Li gorî artêşa Ûkraynayê, êrişên herî giran li derdora herêma Kurskê qewimî ku li ser sînorê Rûsyayê ye. Hate ragihandin ku li vê herêmê 30 caran êriş hate kirin. Li aliyê Pokrovks ê li herêma Donetskê jî 28 caran, li herêma Hulyaipole ya Zaporijyayê jî 27 caran hêzên Rûsyayê êriş kirin.
Hate ragihandin ku li herêma Hersonê ya li başûrê welêt di êrişa balafira bêmirov a Rûs de jineke 59 salî jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya leşkerî ya herêmê diyar kir ku êriş li gundê Nezlamneyê hate kirin.
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê her wiha diyar kir ku tevahiya şevê Rûsyayê 27 caran bi balafirên bêmirov êriş kir. Rêveberiya Kîevê diyar kir ku hemû droneyên hatin tespîtkirin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin bêbandorkirin.
PÛTÎN: ŞER BER BI DAWIYÊ VE DIÇE
Li aliyê din Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî pîrozbahiyên 9’ê Gulanê daxuyaniyek da û ragihand ku “şer ber bi dawiyê ve diçe.” Pûtîn piştre got, “rewş hîn jî cidî ye” û piştgiriya welatên Rojavayî ya ji bo Ûkraynayê rexne kir.
Herdu alî hevdu sûcdar dikin ku agirbesta sê rojan binpê dikin ku roja Şemiyê destpê kir.
TÊ GOTIN ‘350 HEZAR MÊR ÊN RÛS HATIN KUŞTIN’
Di vê navberê de li gorî lêkolîna hevpar a Meduza û Mediazona ku saziyên medyayê yên Rûs ên serbixwe ne, ji destpêka şer û vir ve 350 hezar mêr ên Rûs ên navbera 18 û 59 salî dibe ku jiyana xwe ji dest dabin. Lêkolîn xwe dispêre qeydên mîrateyê û daneyên piştrastkirî yên windahiyên şer.

