Komîna Fîlm a Rojava fîlma bi navê “Heval Kekê Min” amede kiriye. Fîlm di zivistana 2023’an de hat kişandin. Niha xebatên amadekirina fragman û posterê wê tên kirin.
Fîlma “Heval Kekê Min” çîroka wê serpêhatiyek rastî ye. Malbatek ku bavê malbatê Kurd e, li gundek Tebqayê rastî zehmetiyan tê. Taybet di dema ku DAÎŞ’ê Tebqa dagir kirî de, rastî gelek neheqî û zehmetiyan tê. Kurê malbatê yê mezin tev li gerîllayên azadiyê bûye û şehîd ketiye.
Piştî Tebqa ji çeteyên DAÎŞ’ê tê rizgarkirin, du şervanên YPG û YPJ’ê agahiya şahadeta kurê wan didin malbatê.
Fîlm zehmetî û rizgariya malbatê, bandora kurê wan li ser malbatê vedibêje.
Senaryoya fîlmê ji aliyê Onder Çakar ve hatiye nivîsîn û Haşim Aydemir jî derhêneriya fîlmê kiriye. Demê fîlmê 100 deqe ye.
Piştî ku fragman û posterê fîlmê temam bû, dê beşdarî festîvalan bibe.
Li gorî agahiyên Komîna Fîlm a Rojava dane me, niha amedekariyên mîhrîcana fîlman tên kirin. Tê payîn ku festîval di meha Mijdarê (2026) pêk bê. Lê hîna amadekariyên destpêkê tên kirin. Dema mîhrîcan pêk hat, dê fîlma “Heval Kekê Min” di mîrîcanê dê bê pêşkêşkirin.

