Raporeke nû ku ji aliyê Rêxistina Rastî û Dadweriyê ya ji bo Sûriyan (Syrians For Truth and Justice/STJ) ve hatiye weşandin, eşkere dike ku binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê berdewam dikin.
Di raporê de, tê gotin ku komên Artêşa Millî ya Sûriyeyê (AMS) ku ji sala 2018’an vir ve li Efrînê ne, girtinên keyfî, êşkence, windakirinên bi zorê û daxwazên fîdye piştî desthilatdariya Esad jî dewam kiriye. Her wiha tê gotin ku ev binpêkirin di dema hikûmeta demkî ya piştî bidawîbûna rejîma Esed de jî berdewam kirine.
Rapor bi sernavê “Li Paş Deriyên Veşartî: Gelê Efrîn ê di Navbera Binçavkirin û Înkarkirinê de” li ser hevpeyvînên bi 41 şahidan û lêkolîna çavkaniya vekirî, hatiye amadekirin. Rapora 46 rûpelî, nîşan dide ku ev binpêkirin çawa bi awayekî sîstematîk bi salan berdewam kirine.
Li gorî raporê, binpêkirinên li Efrînê ne tenê berhema şert û mercên şer in, di heman demê de piştî ku herêm di sala 2018’an de ji aliyê komên çekdar ve hate dagirkirin, ev pergal bi sazîbûye û berdewam kiriye. STJ’ê, da zanîn ku girtinên kêfî, êşkence, windakirina bi zorê, revandina mirovan ji bo fîdyeyê û desteserkirina milkên welatiyan bi rengekî sîstematîk dewam kiriye.
Rapor, her wiha destnîşan dike ku ev binpêkirin ne girêdayî demên derbasbûyî ne. Li gorî rêxistinê, ji dema hilweşîna rejîma Esed û hatina hikûmeta demkî ya li ser desthilatdariyê ve, pergala ewlehiyê ya li Efrînê bi giştî neguheriye û bi tevlîbûna hin komên çekdar di pergala nû de bêcezatî berdewam kiriye.
BÊCEZABÛNÊ DEST GUHERT
Yek ji nirxandinên herî berfireh ên di raporê de ji bo avahiya ewlehiyê ya hikûmeta demkî hat veqetandin. Li gorî Rêxistina Rastî û Dadweriyê ji bo Sûriyan, hin pêkhateyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê, ku bi salane bi girtinên kêfî, êşkence, windakirinên bi zorê û kiryarên xirab a sivîlan li Efrînê ku navê wan derketibû, di dema hikûmeta demkî hat ser desthilatdariyê de jî nehatin dûr xistin û di nav pergala ewlehiyê ya nû de hatin erkdarkirin. Rêxistinê, diyar dike ku ev pêvajo bêyî mekanîzmayên hesabdayînê hatiye meşandin.
Li gorî raporê, di dema pêvajoya entegrasyonê ya ku di bin Wezareta Parastinê ya nû de pêk hat de, lêpirsînên serbixwe li ser binpêkirinên berê nehatine vekirin. Îfadeyên mexdûran nehat girtin û fermandarên ku bi tohmetên giran tên sûcdarkirin, ji erkê dûr nehatine xistin. Di şûna wê de, gelek avahî bi fermî hatin nas kirin û di nav pergala ewlehiyê ya dewletê de hatin entegrekirin. STJ’ê, destnîşan kir ku ev ne tenê parastina komên çekdar ên berê ye, di heman demê de ji nû ve avakirina pergala bêcezatiyê ye jî.
SÛCDARAN STATÛYA SAZÎBÛNÊ BIDESTXIST
Rêxistinê (STJ) bi bîr xist ku navên hin komên çekdar ên ku bi taybetî li Efrînê çalak in, bi salan e di raporên navneteweyî yên mafên mirovan de derbas dibin û di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de bi tawanên wekî îşkence, talan, windakirina bi zorê û binçavkirina kêfî tên binavkirin. Hat diyarkirin ku tevî ku hin serokên van komana di lîsteyên ambargoyên navneteweyî de ne, lê dîsa jî di serdema nû de di nav pêkhateya ewlehiyê de pozîsyonên xwe yên bibandor diparêzin.
Li gorî raporê, ev rewş rasterast bi îdîayên hikûmeta veguhêz ên wekî “serweriya hiqûqê” û “Sûriyeya nû” re li hev nake. Ji ber ku li şûna belavkirin an darizandina van pêkhateyên ku li Efrînê tên tawanbar kirin, dayîna statuya fermî ji bo wan, tê wateya berdewamkirina mekanîzmaya zextê li ser sivîlan. STJ’ê ragihand ku gelek şahid di serdema piştî Esad de jî rastî heman xalên kontrolê, heman navendên binçavkirinê û piranî heman aktorên çekdar tên.
Li gorî rêxistinê, yek ji pirsgirêkên herî mezin ên di pêvajoya veguhêz de, paşxistina mekanîzmayên hesabpirsînê ye bi hinceta “îstîkrarê”. Di raporê de hat gotin ku cihgirtina komên çekdar ên ku di dema şer de hêz bi dest xistine di nav pergala dewleta nû de bêyî ku bên kontrolkirin, dikare di demdirêj de bibe sedema krîzên kûr ên ewlehiyê. Veguherîna van pêkhateyên ku bi binpêkirina mafên mirovan tên tawanbar kirin bo saziyên fermî, metirsiya asayîbûna sepanên kêfî û mayindebûna zextê li ser sivîlan zêde dike.
NE BI EFRÎNÊ RE SÎNORDAR E
STJ’ê her wiha bal kişand ku mijara bêcezabûnê tenê bi Efrînê re sînordar nîn e. Li gorî raporê, tevlêkirina torên çekdar ên ku di dema şer de li herêmên cuda çalak bûn di nav avaniyên dewleta nû de bêyî hesabdayîn, prensîba serweriya hiqûqê li seranserê Sûriyeyê lawaz dike. Rêxistinê hişyarî da ku bidestxistina rewayiya siyasî û leşkerî ji aliyê aktorên serdema şer ve, dibe ku dibetiya dadê ji bo qurbaniyan ji holê rake.
DIVÊ DI BIN LÊKOLÎNÊN SERBIXWE RE DERBAS BIBIN
Di raporê de bi taybetî cihekî fireh ji nîqaşên “dadweriya veguhêz” re hat veqetandin. Li gorî STJ’ê, ne bes e ku pergala nû ya ku dê li Sûriyeyê ava bibe, tenê bi tawanên rejîma kevin re rûbirû bibe. Rêxistinê diyar kir ku divê hemû aktorên ku di dema şer de bi binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan tên tawanbar kirin, di nav de komên çekdar ên ku Tirkiye piştgirî dide wan jî, di bin lêkolînên serbexwe re derbas bibin. Nexwe, têgihiştina “dadweriya bijartî” dikare dînamîkên nû yên pevçûnê biafirîne.
Di raporê de her wiha bal hat kişandin ser bandora pêkhateya ewlehiyê ya niha ya li Efrînê li ser qurbaniyan. Şahidan diyar kir ku gelek kes ditirsin vegerin herêmê, hin malbat bi salan e nikarin agahiyê ji xizmên xwe yên winda bigirin û fermîbûna van komên çekdar di nav sivîlan de bêbaweriyeke mezin afirandiye. Li gorî rêxistinê, ev rewş ne tenê birînên takekesî kûr dike; di heman demê de bandoreke rasterast li ser vegerê, lihevkirina civakî û pêvajoyên avakirina nû dike.
BINÇAVKIRINÊN KÊFÎ BÛNE SÎSTEMATÎK
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sala 2018’an ve di çarçoveya tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê de gelek binpêkirin hatine kirin û berdewam dikin. Hat destnîşankirin ku binçavkirinên kêfî li Efrînê xeleka yekem a zincîra binpêkirinan e.
Di raporê de hat ragihandin ku sivîl li xalên kontrolê, di serdegirtinên şevê de, li cihên kar an jî di dema vegera wan a herêmê de piştî bi salan, bêyî biryara dadgehê tên binçavkirin. Li gorî tespîtên STJ’ê, bi taybetî di dawiya sala 2024’an û destpêka sala 2025’an de, ew sivîlên ku hewl didan vegerin Efrînê, bi giranî bûn armanc. Kesên ku li xalên kontrolê bi hincetên wekî “piştrastkirina nasnameyê”, “lêgerîna ewlehiyê” an jî “lêpirsîna kurt” dihatin sekinandin, piştre birin tesîsên leşkerî an jî navendên di bin kontrola komên çekdar de. Hat diyarkirin ku gelek kes bi rojan bêyî ku destûr bidin malbatên wan bibînin hatine girtin û hinek ji wan jî di tomarên fermî de nehatine nîşandan.
Di raporê de hat destnîşankirin ku pêvajoyên binçavkirinê piranî bêyî tawaneke diyar tên kirin û beşeke girîng a van kesan qet dernaxin pêşberî tu meqamên darazê. Li gorî rêxistina mafên mirovan, binçavkirin ne tenê ji bo ewlehiyê ne, di heman demê de wekî amûreke zext, tirsandin û berjewendiya aborî jî tên bikaranîn. Hat ragihandin ku serdegirtinên malan jî belav in; komên çekdar bi şev dikevin malan, deriyan dişkînin, endamên malbatê derb dikin û dest didin ser pere û tiştên biha.
DIBISTAN, DEPO Û MAL VEGUHERÎN GIRTÎGEHAN
Di rapora STJ’ê de derbarê tora navendên binçavkirinê yên nefermî yên li Efrînê de agahiyên berfireh hatin parvekirin. Li gorî raporê, komên çekdar piştî ku herêm xistin bin kontrola xwe, gelek avahiyên sivîl wekî navendên binçavkirinê bikar anîn. Dibistan, kargehên zeytûnan, depoyên fêkiyan, avahiyên bazirganî û malên hatine desteserkirin, bi salan veguherîn navendên lêpirsîn û êşkenceyê.
Di raporê de bi taybetî hat diyarkirin ku dibistaneke bazirganiyê ya keçan a li Efrînê wekî navenda Polîsên Leşkerî hatiye bikaranîn û qatên jêrîn ên dibistanê veguherandine şaneyên binçavkirinê. Hat ragihandin ku dibistaneke din a wekî navenda polîsan tê bikaranîn û li wir êşkence tê kirin. STJ’ê bal kişand ku ev pêkanîn, parastina ku hiqûqa mirovî ya navneteweyî dide saziyên perwerdeyê binpê dike.
Hat ragihandin ku kargeheke zeytûnan veguheriye navendeke îşkence û kiryara xirab a sîstematîk. Di raporê de hat diyarkirin ku hin komên çekdar malên sivîlan ên ku desteser kirine wekî biryargeh û navenda lêpirsînê bikar tînin.
ÊŞKENCE BÛ RÊBAZEKE SÎSTEMATÎK
Li gorî raporê, sivîlên binçavkirî rastî îşkenceya sîstematîk û kiryara xirab hatin. Şahidan diyar kirin ku rêbazên wekî lêdana giran, dayîna elektrîkê, daleqandin, şewitandin, birçî hiştin, heqaret û gefên tundiya zayendî bi awayekî berfireh hatine bikaranîn.
STJ’ê diyar kir ku êşkence ne tenê ji bo lêpirsînê, di heman demê de ji bo zextê li ser malbatan û neçarkirina wan a dayîna fîdyeyê jî hatiye bikaranîn. Di hin bûyeran de, mirov li ber çavên endamên malbatên xwe rastî êşkenceyê hatine, di hinek rewşan de jî xizmên nêzîk bi armanca zextê hatine binçavkirin.
Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku xemsariya bijîşkî jî bûye sîstematîk. Girtiyên nexweş nikarin bigihîjin dermankirinê, şert û mercên hîjyenê pir xirab in û li hin navendan bikaranîna tuwaletê jî bi tundî hatiye sînordarkirin. Hat diyarkirin ku girtiyên jin di dema ducaniyê de an jî gava bi zarokên xwe re dihatin girtin, tu piştgiriya bijîşkî nedîtine.
WINDAKIRINÊN BI ZORÊ DIDOMIN
STJ’ê diyar kir ku bûyerên windakirina bi zorê bûye yek ji hêmanên bingehîn ên pêkhateya ewlehiyê ya li Efrînê. Gelek kes piştî binçavkirinê bi tevahî ji malbatên xwe hatine qutkirin û agahî nehatiye dayîn ku li ku derê ne. Hat gotin ku navên hin girtiyan di tomarên fermî de şaş têne nivîsandin û hinek ji wan di navbera komên cuda de tên guhertin da ku şopa wan winda bibe.
Di raporê de hat gotin ku hin malbat bi salan e nikarin hîn bibin ka xizmên wan sax in an na, hinek kes jî ji bo “danûstandinên” di navbera koman de tên bikaranîn. Rêxistinê bal kişand ku ev pêkanîn li gorî hiqûqa navneteweyî tawanê windakirina bi zorê pêk tînin.
BINPÊKIRIN REXNÊN ETNÎKÎ NE
Li gorî raporê, binpêkirinên li Efrînê xwedî rûyekî etnîkî ne jî. STJ’ê diyar kir ku sivîlên Kurd bi tawanên wekî “têkiliya bi YPG’ê re” an jî têkiliya bi rêveberiya xweser re bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin. Di dema lêpirsînan de heqaretên etnîkî hatine kirin û nasnameya Kurd hatiye biçûkxistin.
Di raporê de her wiha bal hat kişandin ser polîtîkayên guhertina demografîk. Desteserkirina milkên sivîlên Kurd, koçberkirina bi zorê, guhertina qadên çandî û xirakirina hin avahiyên olî-çandî, wekî polîtîkayeke sîstematîk hatin pênasekirin. STJ’ê di raporê de cîh da ku di mufredatên perwerdeyê de polîtîkayên “Tirkkirinê” tên meşandin û zextên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin.
BINÇAVKIRIN VEGUHERÎN ABORIYA FÎDYEYÊ
Li gorî raporê, pergala binçavkirinê ya li Efrînê di heman demê de veguheriye mekanîzmayeke mêtingeriya aborî. STJ’ê diyar kir ku gelek malbat neçar mane ku ji bo xizmên xwe serbest berdin, pere bidin komên çekdar. Di hin rewşan de heta pere nehatibe dayîn girtî nayên berdan. Di raporê de hat ragihandin ku di dema binçavkirinan de mal tên talankirin û pere tên girtin. Li gorî rêxistinê, ev rewş bûye sedema avabûna “aboriya şer a paralel” li herêmê.
HEKE ÇANDA BÊCEZABÛNÊ BIDOME DÊ BIBE PIRSGIRÊKEKE GIRÎNG
STJ’ê diyar kir ku berdewamiya çanda bêcezabûnê ya li Efrînê di bin rêveberiya nû de, dikare ji bo civaka navneteweyî jî encamên giran bîne. Li gorî raporê, piştgiriya siyasî ya aktorên navneteweyî ji bo hikûmeta veguhêz, divê bi mekanîzmayên hesabpirsînê yên binpêkirinan ve were girêdan.
DIVÊ HÊZÊN SER BI HIKÛMETA VEGUHÊZ VE JI BO ÇAVDÊRIYA SERBIXWE BÊN VEKIRIN
Di raporê de bang hate kirin ku divê hemû pêkhateyên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta veguhêz ve ji bo çavdêriya serbixwe bên vekirin, navendên binçavkirinê yên nefermî bên girtin, lêkolînên serbixwe li ser êşkence û windakirinan bên kirin û fermandarên ku tawanên giran li ser wan hene ji kar bên dûrxistin. STJ’ê her wisa destnîşan kir ku divê dadweriya veguhêz ne tenê tawanên rejîma kevin, lê belê hemû binpêkirinên ku di dema şer de ji aliyê aktorên cuda ve hatine kirin jî bihewîne.

