Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek da û nasnameya 2 şehîdan ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wek QSD nasnameyên 2 şervanan radigihînin. Her du şervan li herêmên cûda yên Rojava şehîd bûne. Ji bo parastina rûmet û hebûna gelê me canê xwe feda kirin. Şervanan wateyeke kûr da berxwedanê. Girêdana xwe ya bi jiyana azad, adil û hêviya ku venamirê îfade kirin. Li hemberî hemû êrişan li ber xwe dan.
Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û ji gelê Kurd re dixwazin. Em ê rêça wan a parastina gel, nirxên azadî û hebûnê bişopînin.”
NASNAMEYA ŞEHÎDAN
Navê tevgerî: Mîtan Qamişlo
Navê rast: Beşîr Reşîd Ehmed
Navê dayikê: Xedîca Xelef
Navê bav: Reşîd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo-, 06.01.2006
Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Şehîd Xebat, 09.05.2026
Navê tevgerî: Ogir Efrîn
Navê rast: Ehmed Salih Omer
Navê dayikê: Almaz
Navê bav: Salih
Cih û dîroka jidayikbûnê: 01.01.2004
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 18.01.2026

