Duşem, 20 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Desthilatdarî dixwaze bi rêya girtîgehên bi tîpa bîrê civakê bitirsîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 4 gerîlayên YRK’ê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kirmaşanê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 9 pêşmergeyên Komele ên ku li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê: 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê: Rojava encama yekîtiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo pêvajo nexitime divê mekanîzmayek bê avakirin û got, divê di nava vê hefteyê gavên şênber bên avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Têkoşîna ziman ku bi Hawarê dest pê kir û niha bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî didomê. Têkoşîna ziman sed sal in didomê û têkoşîneke bi rûmet e. Mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê mafekî bingehîn û divê zimanê Kurdî û hemû ziman di perwerde û hemû qadên jiyanê de fermî bibe. Em di şaxse Celadet Elî Bedîrxan de cejna hemû kedkar û têkoşerên zimanê Kurdî pîroz dikin.”

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku wan ji bo girtiyan li ber Girtîgeha Wanê daxuyanî dane û wiha got: “Me serdana hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û hevşaredarê berê Cîhan kir. 19 sal û nîv ceza li hevşaredarê me Siddik Akiş birîn. Ev ceza nayê qebûlkirin. Ev bêhiqûqî ye û zilm e. Bi vê yekê mafê welatiyan ê hilbijartinê jî tê binpêkirin. Divê polîtîkaya qeyim bi dawî bibin û hemû hevşeredar vegerin ser karê xwe. Hevşeredarên me yên Colemergê jî silav ji gel re şandin û serkeftina Amedsporê pîroz kirin.”

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku danişîna Serokê Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen jî tê lidarxistin û got: “Têkoşîna sendîkayan mafekî rewa ye. Divê Mehmet Turkmen demildest bê berdan. Em her dem bi Mehmet Turkmen re di nava piştgiriyê de ne û li rex wî ne. Em hêvî dikin di vê danişînê de agahiya berdana wî were.”

Tulay Hatîmogullari bi minasebeta salvegera komkujiya Somayê ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn ev yek anî ziman: “Berpirs nehatin darizandin û tu kes nehat cezakirin. Lê parêzer Selçuk Kozagaçli û Can Atalay ku mafên karkêran parastin jî hatin girtin. Burokratekî êrişî karkerekî madenê kir. Em ê çawa vê yekê ji bîr bikin? Ev yek bêhiqûqî xwe li Tirkiyeyê bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Li dijî van bêhiqûqiyan em ê mafên karkeran biparêzin. Me karkerên Somayê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Heta dawiyê em ê mafên karkeran biparêzin û li rex malbatên wan bin.”

Tulay Hatîmogullari bi boneya hefteya astengdaran jî destnîşan kir ku divê mafê astengdaran bê parastin û divê desthilat guh bide daxwazên astengdaran.

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku xweza bi destê desthilat û sermayedaran tê tunekirin û wiha axivî: “Xwezaya Geliyê Periyê tê tunekirin. Ew der cihekî dîrokî ye. Em li dijî tunekirina xwezayê û Geliyê Periyê têkoşîna xwe bidomînin. Bi projeya Jeotermalê xwezayê dê bê jehrîkirin. Bedela vê yekê jî ne sermayedar lê welatiyên li wê herême didin. Hefteya par Daniştayê li ser tunekirina xwezaya Akbelenê biryara rawestandinê da. Bi vê yekê re ev bêhiqûqî jî derket holê û divê ev biryar ji bo her cihê ku xwza tê tunekirin bibe emsal. Bi vê boneyê Esra İşik ku ji ber têkoşîna xwezaya Akbalenê hatibû girtin jî hat berdan. Em xêr hatina wê jî dikin. Ji Gimgimê heta Akbelenê û heta Besta û Geliyê Periyê têkoşîneke mezin ji bo parastina xwezayê heye. Dema gel li ber xwe dide encam jî derdikevin. Serkeftin a gelê berxwedêr e û talanker jî dê têk biçin.”

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser kuştina jinan û wiha got: “Di meha derbasbûyî de 24 jin hatin qetilkirin. Lê desthilat li dijî vê yekê çi dike. Sala malbatî diyar dikin lê di wê salê de jin tên qetilkirin. Tu polîtîkaya wan a parastina jinan tune ye. Ji bo wan jin makîneyeke ku zarokan tîne ye. Hişmendiya jinan tune dihesibîne û jinan dikuje heman e. Jin parastinê û budçeyê dixwazin. Berî ku jinek were kuştin divê berpirsiyar bikevin tevgerê. Jin naxwazin bi tirsa mirinê-kuştinê bijîn. Felsefe û têkoşîna me jî Jin Jiyan Azadî ye.”

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku newekheviya di navbera xizan û dewlemendan kûrtir dibe û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye di enflasyonê de li Ewropa di rêza yekemîn de ye û li cîhanê jî di rêza 5emîn de ye. Ma polîtîkaya desthilatê ya li dijî xizaniyê ev e? Em dibêjin êdî bes e. Her tişt giran dibe û welatî nikarin debara xwe bikin. Ji berîka kedkaran digirin û dikin berîka dewlemendan. Niha jî bi qanûna hebûna aştiyê jî dixwazin sermayedaran dewlemendtir bikin. Piştî 2 hefteyan Cejna Qurbanê ye. Lê welatî nikarin ji xwe re goşt jî bikirin. Hewceyî bi desthilateke ku bikaribe vê krîzê çareser bike, heye. Divê meaşê asgarî bi ser 50 hezarî be. Em ê teqez pergala zilimkar têk bibin û pergala kesên rastî zilmê hatine û kedkaran ava bikin. Em ê bi têkoşînê wekheviyê pêk bînin.”

Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev yek anî ziman: “Doza Kerboranê ku ji ber demboriyê hat batalkirin, peşkê li pêvajoyê jî dixe. Wezareta Dadê dibêje em ê komîsyoneke lêkolînê ya kesên faîl nediyar ava bikin bi vê biryarê jî nîşan dan ku ev komîsyon tenê li ser gotinê ye, ji bo kesên faîl nediyar divê dewlet hevrû bibe. Me ji bîr nekir. Bi batalkirina dozê re nikarin bidin jibîrkirin. Em zarok û ciwanên hatine qetilkirin ji bîr nakin. Heta dawiyê em ê li dijî kesên bi awayekî faîl ne diyar têkoşîna xwe bidomînin û heta leborîn bê xwestin û rastî derkeve holê em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Dayikên Aştiyê serdana partiyên siyasî kirin û xwestin ji bo çêkirina qanûnan gav bên avêtin û laçika spî ku navnîşana aştiyê ye diyarî siyasetmedaran kirin. Ev laçik daxwaza çêkirina qanûnên aştiyê ye. Weke DEM Partî em ê têkoşîna aştiyê bidomînin.”

Tulay Hatîmogullari bilêv kir ku divê ji bo pêvajo nexitime pêşî lê were vekirin û wiha got: “Weke DEM Partî ji bo pêvajo ne xitim e, xebatên me hene û pêşniyarên me jî hene. Divê mekanîzmayeke ku bikaribe xitimandinê derbas bike bê avakirin. Em li vir bang li berpirsyaran dikin ku ji bo aştiyê gavan bavêjin. Her roja ku gav neyên avêtin pêşeroja vî welatî dixe xetereyê. Heke em vê firsendê jî berhewa bikin hesabê vê wê kî bide? Gotin cejn lê niha em hatin cejna qurbanê jî. Em bang li Numan Kurtulmuş dikin ku hemû karê xwe bide aliyekî û em li ser qanûnan bixebitin û vê qonaxê derbas bikin. Divê ev zû bi zû were kirin û di nava vê hefteyê de ji bo gavên şênber bên avêtin û plansaziyek bê kirin. Weke DEM Partî em ê ji bo daxwaza aştiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê di 16ê mehê de li qadan bin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku li qadan em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin. Li Şirnexê kirinên ku li dijî ruhê pêvajoyê ne û bêhiqûqî berdewam dikin. Kedkarên cameweriyê yên Şirnexê ji ber ku tev li merasîma cenaze bûne, ji kar hatin derxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand
Nûçeya Pişt re Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşa ‘Hurmeta li îradeyê’ li ser rêya Êlihê ye

Meşvanên 'Meşa Hurmeta li îradeyê' ku ji aliyê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Dogan li ser gora xwe hate bîranîn

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li bîranînê axivî û got, "Newroz mîrateya şehîdên Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kolombiyayê di êrişên ELN’ê de hefteyekê 8 kes mirin

Li Kolombiyayê di êrişeke gerîlayên ELN'ê de ku bi droneyan û teqemeniyan kir, herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Desthilatdarî dixwaze bi rêya girtîgehên bi tîpa bîrê civakê bitirsîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 20’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji bo Rojava statû, ji bo Rêber Apo azadî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ji bo rakirina tecrîdê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?