Trump mehên dawî gelek caran îdîa dike ku li ser Venezuelayê ‘xwedî kontrol e’ û beriya niha têkildarî Kanadayê gotibû, wê bike ‘Eyaleta 51’emîn’ a DYE’yê.
Meha Adarê di parvekirinekê de gotibû, “Li Venezuelayê dema dawî tiştên xweş dibe… Eyaleta 51’emîn. Hûn çi dibêjin?”
Parvekirina dawî ya têkildarî Venezuelayê di navbera Washington û Caracasê de bû sedema nîqaşên nû.
Serokdewleta demkî ya Venezuelayê Delcy Rodríguez bersiveke tund da van daxuyaniyan.
Delcy Rodriguez diyar kir ku welatê wê qet nafikire ku tevlî DYE’yê bibe û got, “Xelkê Venezuelayê ji pêvajoyên serxwebûnê, leheng û serweriyê hez dike.”
Têkiliyên dîplomatîk ên navbera Caracas û Washingtonê, di dema Serokdewletê berê Nicolás Maduro de ya beriya heft salan qut bûbû. Maduro Çileya 2026’an bi operasyoneke DYE’yê hatibû revandin.

