Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobanê têkîldarî cejna Zimanê Kurdî ji ANF`ê re axivîn û gotin ku ew xewnê bi hezaran kesî ku bi hêviya rojekê bi zimanê xwe yê Kurdî bixwînin, pêk tînin.
Mamosteya beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Dilvîn Ehmed ev roj li hemû şehîdan û Rêber Apo pîroz kir û got ku ew bi saya wan niha li virin û axaftina xwe wiha dewam kir:” Di dîrokê de zimanê me her rastî qirkirin û tunekirinê hatiye. Em rastî gelek êşan û qirkirinê jî hatin. Ew zimanê me her tim hatiye qedexekirin, heta bi jiyankirina vî zimanê û axaftina wê jî li me qedexe bû. Lê îro em bi astên herî bilind zimanê xwe dixwînin û bawernameyên me xwe jî di astên herî bilind de bi dest dixin. Em ê vî zimanî di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bi cih bikin.”
EM Ê BI ZIMANÊ KURDÎ JIYAN BIKIN
Dilvîn Ehmed behsa zarokatiya xwe kir û got: “Li dewsa zimanê me, em bi zimanekî biyanî perwerde didît. Her ew pirs di nava mejiyê min de bû û min her ji malbata xwe jî ew pirs dikir, gelo zimanê me cihê şermê ye ku nahêlin ku em bixwînin û fêr bibin ? Lê min bersiv ji wê pirsê re nedidît. Heta bi wan êşkenceyan jî di dibistanê de her xwestin zimanê me bidin jibîrkirin. Lê niha em bi wî zimanî dixwînin û xeyalên xwe bi wî zimanî dikin rastî. Niha min ew bersiv ji pirsa xwe re dît û em ê jî bi wî zimanî bixwînin û ne tenê li mal em ê bi zimanê Kurdî jî jiyan bikin.”
LI KU DERÊ DIMEŞIN HIMA ZIMANÊ KURDÎ HEYE Û EM BI VÊ YEKÊ RE JIYAN DIKIN
Mamosteya Ziman û Wêjeya Kurdî Şivîn Hecî jî got ev roj ji me Kurdan re roja pîroze û wiha got:” Gelek kesan ji bo vî zimanî canê xwe kirin feda û heta niha gelek kes jî canê xwe dike feda. Niha em li kur dimeşin hilma zimanê Kurdî tê me û em bi wê ye kê re jiyan dikin. Em xeyal dikin. Em di nava vê xewin û xeyalê de rastiyê jiyan dikin. Em vê rojê li Mamosteyên me Viyan Amara û Mîr Celedad Elî Bedirxan pîroz dikin. Em spasiya wan dikin ku ji bo zimanê me canê xwe jî dane.”
Şivîn Heci anî ziman ku di dîrokê de gelek kes bûn pira hebûnê û ew ziman parastin û wiha axaftina xwe dewam kir: “ Weke Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî û Feqiyê teyran û gelek kesên din bûn pira hebûnê û wêjeya Kurdî parastin. Çi bi helbest, destan û çi jî bi romanan be ew yek parastine. Heta roja me ya îro jî mohra wan di nava wêjeya Kurdî û parastina wê de heye. Îro jî em li ser wî bingehê dixwînin.”
BI SAYA RÊBERTÎ Û ŞEHÎDAN ZIMANÊ ME CAREKE DIN NÛJEN BÛ
Xwendekarê Mamostetiya Refê Ocelan Sîdo jî got zimanê me hebûna me ye û em bi wî zimanî jî jiyan dikin û got: “Em bi zimanê biyanî weke kesekî lal û kurin, lê niha em bi zimanê xwe bi saya şehîd û Rêberê xwe, em bi saya wan bi çav bûn û me bi zimanê xwe dixwend. Em weke Kurd ev ji bo me serbilindî ye, ew bi saya şehîdan e. em vê rojê ji bîr nakin. Daxwaza me ye ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyeya nû da bê bicihanîn û em ê jî ji bo wî zimanî têbikoşin .”
Mamosteya Ziman û Wêjeya Kurdî Leyla Qehro vê rojê li her xemxurên ziman pîroz kir û wiha got: “Ev roj ji bo me roja netewî û dîrokî ye. Em jî bi çalakiyên cur bi cur vê rojê pîroz dikin. Lê di dîrokê de jî ji aliyê desthilatê ve ev ziman hatiye qirkirin. Lê ji aliyê wêjevanên Kurd ew ziman hatiye paratin. Em jî vi zimanî niha jiyankirin didin û pê dixwînin.”

