Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê êrîşkarê çekdar 4 kes kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê gardiyan êrîşî girtiyên ku bi Kurdî axivîn kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Gulanê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê wê di rojên pêş de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan nerazîbûn nîşanî zextan da: ‘Em ê serî netewînin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist
Kurdistan

Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

Kongreya Azadiya Îranê bi armanca hilbijartina endamên Encûmena Navendî û Konseya Çavdêriyê civîna meclisa giştî li dar xist. Nûnerê PJAKê Rêwar Awdanan di civînê de axivî û got “PJAK dikare di Îraneke demokratîk û Kurdistaneke xwerêveber de rol bilîze."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Civîna meclisa giştî ya Kongreya Azadiya Îranê bi armanca hilbijartina endamên Encûmena Navendî û Konseya Çavdêriyê di roja Yekşemê 17’ê Gulana 2026’an de hat lidarxistin. Nûnerên partiyan, rêxistinên siyasî û sivîl, çalakvanên siyasî û civakî û kesayetên serbixwe beşdarî civînê bûn. Civîn wekî hewldanek ji bo damezrandina şêwazeke cuda ya siyasetkirinê ya li ser bingeha beşdarbûnê, dengdaneke demokratîk û derbasbûna ji avahiyên kevneşopî û navendperest ên opozîsyonê hate nirxandin.

Di rêveçûna vê civînê de, piştî pêşkêşkirina raporên destpêkê, nasandina namzedan û axaftinên namzedên hilbijartinê, pêvajoya dengdanê ji bo diyarkirina endamên Konseya Navendî û Konseya Çavdêriyê hate lidarxistin. Beşeke girîng ji atmosfera civînê li ser pêdiviya zelaliyê, bersivdayînê, belavkirina dadperwer a desthilatê, rêzgirtina ji cihêrengî û pirrengiya nasnameyî û siyasî û astengkirina ji dubarekirina navendperestiyê di avahiya opozîsyonê de rawestiya.

Gelek ji axaftvanan bal kişandin ser vê yekê ku civaka Îranê êdî modelên klasîk ên siyasetkirinê yên li ser bingeha tekdestiyê, têkiliyên paşperdeyî û derxistina dengên cuda qebûl nake û opozîsyon tenê dema ku di nav xwe de jî prensîbên demokratîk, zelalî û beşdarbûna rastîn bi cih bîne dikare bibe alternatîfeke pêbawer.

Di beşa nasandina namzedan de, namzedên Konseya Navendî û Konseya Çavdêriyê nêrîn û bernameyên xwe li ser paşeroja kongreyê, rêbaza rêvebirina cudahiyan, mekanîzmayên çavdêriyê û awayê têkiliyê bi civaka sivîl û hêzên siyasî re anîn ziman. Xala hevpar a gelek axaftinan, girîngdana li ser pêdiviya veguherandina kongreyê bo saziyekî fireh, bersivdar û piştgirîkirî bi beşdarbûna rastîn a hêzên civakî û siyasî bû

‘EM DIXWAZIN KURDISTAN NE QADA ŞER Û PEVÇÛNÊ BE’

Di beşekê ji civînê de nûnerê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan bi navê “Jin Jiyan Azadî” dest bi axaftina xwe kir û got: “Em ji nifşa nû ya têkoşerên Kurd in ku siyaseta demokratîk bingeh digirin û em ji siyaseta xwestina desthilatê ya ku pirsgirêkan tevlihevtir dike derbas bûn. Em wekî PJAK dixwazin di avakirina Îrana piştî Komara Îslamî de bi awayekî çalak beşdar bibin. Em dixwazin Kurdistan ne qada şer û pevçûnê be, lê dilê demokrasî, azadî û wekheviyê û korîdora hevgirtinê di navbera hemû nasname û neteweyan de be.”

‘PJAK DIKARE DI ÎRANEKE DEMOKRATÎK Û KURDISTANEKE XWERÊVEBER DE ROL BILÎZE’

Rêwar Awdanan wiha berdewam kir: “PJAK dikare bi şiyanên rêxistinî û kapasîteya xebata xwe ya bicihanînê roleke pir karûbarî di pêşxistina armancên Kongreya Azadiya Îranê de ji bo derbasbûna ji Komara Îslamî û hereket ber bi Îraneke demokratîk, azad û pirreng û Kurdistaneke xwerêveber de bilîze. Baweriya bi neteweya demokratîk, li şûna neteweya dewlet-navend, bingeha nêzîkatiya me ye.”

‘BEŞDARBÛNA WEKHEV Û RÊZGIRTINÊ DIKARE BIBE ALTERNATÎF’

Nûnerê Platforma Demokratîk a Îranê Diyako Muradî di axaftina xwe de girîngî da pêdiviya afirandina şêwazeke nû ya siyasetkirinê di opozîsyona Îranê de; siyaseteke li ser bingeha zelaliyê, bersivdayînê, vekirîbûna li hember rexneyê û derbasbûna ji avahiyên girtî û navendperest. Diyako Muradî bi amaje kirina krîza baweriyê di navbera beşekî civakê û hêzên siyasî de got ku opozîsyon tenê dema ku di nav xwe de jî prensîbên demokratîk, belavkirina dadperwer a desthilatê, beşdarbûna wekhev û rêzgirtina ji cudahiyan bi cih bîne dikare bibe alternatîfeke pêbawer.

‘DESTHILAT DIKARE EZMÛNÊN TÊKÇÛYÎ DUBARE BIKE’

Muradî li ser pêdiviya hebûna çalak a civaka sivîl, jinan, neteweyan û nifşa ciwan di avahiya biryardayînê de rawestiya û hişyarî da ku dubarekirina modelên kevn ên desthilatê dikare ezmûnên têkçûyî yên borî dubare bike. Muradî pêvajoya hilbijartina Encûmena Navendî û Encûmena Çavdêriyê wekî beşek ji hewla damezrandina çanda siyasî ya li ser bingeha dengdanê, beşdarbûna kolektîf û berpirsiyariyê binav kir.

ENDAMÊN KONSEYÊ HATIN NASANDIN

Di dawiya pêvajoya dengdanê de, endamên hilbijartî yên Konseya Navendî ya Kongreya Azadiya Îranê hatin nasandin ku di nav wan de Mehdiye Golrû, Îsmaîl Ebdî, Meryem Seîdî, Negin Şîraqayî, Seîd Dehqan, Kawa Kirmaşanî, Semane Sewadî, Soran Mensûrîniya, Ferîba Burhanzehî, Huseyn Rezaq, Rêwar Awdanan, Ferzane Ezîmî û Nahîd Behmenî hebûn.

Her wiha endamên hilbijartî yên Encûmena Çavdêriyê jî ku Ezem Behramî, Elîreza Mensûrî, Mena Hedîsî, Dîyako Muradî û Eskend (Soran) Lutfî bûn hatin nasandin.

NÛNERÊ PJAK’Ê RÊWAR AWDANAN JÎ DI NAVA KONSEYA NAVENDÎ DE CIH GIRT

Di nav hilbijartiyan de, hebûna kesayet û nûnerên kurd jî bala kesan kişand. Di Konseya Navendî de nûnerê PJAK’ê Rêwar Awdanan, nûnerê Partiya Komelê ya Kurdistana Îranê Nahîd Behmenî û Kawa Kirmaşanî û Soran Mensûrîniya wekî kesayetên serbixwe hatin hilbijartin.

Di Konseya Çavdêriyê de jî Diyako Muradî wekî nûnerê Platforma Demokratîk a Îranê û Eskend (Soran) Lutfî wekî nûnerê Konseya Hevrêziya Komeleyên Sendîkayî yên Mamosteyên Îranê cih girtin.

Her wiha di vê civînê de bal kişandin ser girîngiya rêzgirtina ji protokolên rêxistinî, serbixwebûna saziyên çavdêriyê, cudakirina erkên Konseya Navendî û Konseya Çavdêriyê û astengkirina ji tevlibûna desthilatê. Hin beşdaran jî daxwaz kirin ku kongre ji destpêkê ve mekanîzmayên çareserkirina nakokiyan, zelaliya darayî û bersivdariya rêxistinî bi awayekî cidî û avahî nîzam bike.

Atmosfera giştî ya civînê pêşbaziya siyasî, gotûbêj û hewla gihiştina cureyekî hevgirtina demokratîk hate binavkirin; atmosfera ku di wê de nifşa ciwan, çalakvanên jinan, nûnerên neteweyan û rêbazên cuda yên siyasî jî berbiçav hebûn.

Rêxistinvanan ragihandin ku wê ev pêvajo destpêka qonaxeke nû ji bo stabîlkirina avahiya rêxistinî ya Kongreya Azadiya Îranê be; qonaxeke ku armanca wê afirandina modela cuda ya hevkariya siyasî ya li ser bingeha beşdarbûnê, vekirîbûna li hember rexneyê, zelalî û rêzgirtina ji cihêrengiya nêrînan hate diyarkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mêrsînê êrîşkarê çekdar 4 kes kuştin
Nûçeya Pişt re Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Ev gel wê ti carî we weke îradeya xwe nebîne

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeya li Wanê da û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘YJA Star artêşa parastinê ya jinên bindest e’

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku ne tenê ji bo jinên Kurdistanî, ew ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî

Li navçeya Rêya Armûşê serê sibehê polîsan operasyonên qirkirina siyasî kirin û gelek kes binçav…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şehîdên Meha Gulanê li gelek bajaran hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Alexis Tsipras bi partiyeke nû vediger siyasetê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?