Ji Efrîniyên ku 9 sal in ji ber dagirkeriyê koçber bûne, koma 6’emîn ji herêma Cizîrê bi rê ket.
Efrîniyên li bajarê Qamişlo û Amûdê bi cih bûbûn û ev demek bû ku amadekariya vegerê dikirin, şeva 20’ê Gulanê li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê li hev civiyan.
Koçberên Efrînî ber bi destê sibehê ve jî bi karwanekê berê xwe da Çerxerêya Yûsif Gulo û ji wir bi rê ket.
Her wiha li gorî agahiyan komeke din a ji hezaran kesî pêk tê xwe ji bo vegerê amade dike.
Yek ji xalên peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de vegera koçberan li warê xwe ye.
Beriya vê komê ji herêmên Cizîrê û Kobanê 5 komên din ên koçberên Efrînê vegeriyane warê xwe.
Herî dawî di 19`ê Gulanê de koma yekem a koçberên Efrînê yên li Kobanê ku ji 623 malbatan pêk dihat, gihişt bajarê Efrînê.

