Mehmet Polat ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê ya Amedê hate berdan ji aliye malbat, hezkiriyên xwe, endamên TUAY-DER a Amedê û MED TUHAD-FED’ê ve bi tilîlî, çepik û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Mehmet Polat kesên ku ew pêşwazî kirin yek bi yek hembêz kir û dû re kevok firandin. Mehmet Polat ku li ber deriyê girtîgehê axaftineke kurt kir, wiha got: “Her çiqas derketin cihê keyfxweşiyê be jî me gelek hevalên xwe li pey xwe hiştin. Heval ji pêvajoya heyî bi hêvî ne. Dixwazin derkevin û hêzê bidin pêvajoyê. Pêvajo kar û barên giran têxe ser milê me tevan. Hevalan hemûyan pir silav dikirin. Hêviya me ew e ku em bi gelê xwe re rojên xweş û baş bijîn.”
Piştî axaftina Mehmet Polat girseyê li çepikan da, lîland û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

