Li nava CHP’ê ku biryara “Bêhukmiya Teqez” têkildarî wê hate dayin, rageşî mezin dibe. Ozgur Ozel û tîma wî dibêjin, wê partiyê teslîm nekin. Kemal Kiliçdaroglû jî ji bo lidarxistina kongreyê demê nade û dibêje, “Em ê li kodên damezrîner vegerin.” Ev jî bû sedem ku nîqaş li ser wê yekê bê kirin, ku dibêjin; CHP’ê dest ji guherînê berdaye.
‘BIRYARÊ BI RÊYA DADGERIYÊ DÎNAMÎT XIST BINÊ ZEMÎNA DÎROKÎ YA CHP’Ê’
Rojnamevan Esra Çîftçî pêvajoya li nava CHP’ê ji ajansa me re nirxand. Esra Çîftçî biryar weke hewldanek ji bo dînamîtkirina zemîna dîrokî ya CHP’ê nirxand û got, “Bikaranîna têgeha ‘Bêhukmiya Teqez’ bi rengê çoyekî siyasî hewldana wê yekê ye ku partiyek bi rêya dadgeriyê dînamîtê bixe binê zemîna xwe ya dîrokî. Daxwaza tinehesibandina karekî ya ji destpêkê ve ne tenê tinehesibandina rêveberiya heyî ye, di heman demê de daxwaza ji bo tinehesibandina dewamiya sazûmanî û hişê kolektîf a partiyekê ye. Ev yek metneke nîqaşê ya siyasî nîne; hewldaneke înfazê ya li hemberî rabirdûya saziyê bi xwe ye.
Eger hûn rabin pêvajoyên kongreyê û biryarên wê ku hevîrê avaniyekê ye li ser zemîna hiqûqê birizînin, wê demê hêmaneke we namîne ku hûn rewatiya xwe bispêrin wê û paşerojê jî bi vî rengî ava bikin. Êrişa bi zirxê hiqûqê ya li ser koka xwe avahiyê qewîn nake; berevajî vê yekê vediguhere operasyona ‘tasfiyekirina hebûnî’ ku avaniyê di binê enqaza wê de dihêle.”
‘YA KU HATE KIRIN STRATEJIYEKE GELEKÎ BI XWÎNSARÎ YE’
Esra Çîftçî destnîşan kir ku armanca desthilatdariyê ew e ku partiya muxalefeta bingehîn di nava labîrenta wê ya îdeolojîk de asê bike û bi vî rengî qala wê derfetê kir ku nîqaşên li nava CHP’ê pêşkêşî desthilatdariyê dike: “Eger ev pêvajoya desthilatdariyê tenê di çarçoveya gaveke hilbijartinê de bê nirxandin, wê projeya civakî ya bi rêk û pêk a ku bi salan hatiye amadekirin sivik bê dîtin. Armanc ew e ku muxalefeta bingehîn di nava labîrenta wê ya îdeolojîk de asê bike, wê li nava civakê weke navnîşaneyeke çareseriyê nîşan nede û bike ku weke afirînera krîzê nîşan bide.
Ev atmosfera kaotîk a ku xwe ji meseleya Kurd, aîdiyeta baweriyê û xetên şer ên dîrokî xwedî dike, weke amûreke ku desthilatdariyê weke ‘yekane rê’yê nîşan dide. Dema ku CHP kete nava şerekî navxweyî yê li ser bingeha nasnameyê, hingî qadeke bêhempa ji desthilatdariyê re vedibe: Bêalternatîfî.
Ev yek proejyeke endezyariyê ye ku ji serketina di hilbijartinê de jî gelekî kûrtir e. Stratejiyeke xwînsarî ye ku dixwaze muxalefetê parçe parçe bike ku careke din baweriya civakê pê neyê.”
‘KODÊN DAMEZRÎNER BI ESASÎ MEJIYÊ YEKPEREST E’
Esra Çîftçî destnîşan kir ku bi navê ‘kodên damezrîner’ mejiyê yekperest xwe careke din nîşan da û diyar kir ku divê kod bêne şikandin, ne ku veger li kodan bê kirin. Esra Çîftçî got, “Dema ku li vî dîmenî dinihêrin, tişta ku dibînim ew e ku di bin navê ‘kodên damezrîner’ de ew mejiyê yekperest ê ku pîroz tê dîtin, îro ji nû ve xwe nîşan dide. Herdu beş jî xwe dispêrin heman metnê; yek jê vî metnî ji bo parastina dewletê dike mertal, yê din jî travmayên ku ji ber vê metnê rû da ji bo paşeroja xwe ya siyasî weke amûrekê bi kar tîne. Halbûkî tişta ku bi navê ‘kod’an pîroz tê nîşandan qîrîna bêdengkirî ya bi milyonan mirovî ye ku bi sedan salan li vê cografyayê ji nedîtî ve hatin. Gotinên nefretê yên li hemberî Kiliçdaroglû yan jî Ozel nîşaneya k^measiya rûbirûbûna dîrokî û valahiya demokratîk a li nava partiyê ye.
Veguherîneke rasteqîn bi destguhertina kursiyan an jî nûkirina xalên rêziknameyê nîne; veguherîna rasteqîn ew e ku birînên dîrokî yên vî welatî weke wêneyekî şermê bê qebûlkirin û dest ji zirxê sar ê dewletê bê berdan. Siyaseta demokratîk bi xwespartina li mayindebûna dewletê nabe; bi avakirina hiqûqeke ji dil, bênavbeynkar û yekser a bi hemû nasnameyên ku dewletê binpê kiriye, dibe.”
Esra Çîftçî destnîşan kir ku yên kodan naşikînin wê di binê giraniya wê enqazê de bimînin û bibin parçeyek ji wê enqazê.

