Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi dehan welatiyên Siwêdayê yên ku di bûyerên Tîrmeha 2025‘an de hatin revandin û li girtîgeha navendî ya Adrayê de têne ragirtin, greva birçîbûnê ragihand.
Hate diyarkirin ku revandiyên di girtîgeha Adrayê ya hikumeta demkî de hatine ragirtin, ji ber rewşa mirovî û tenduristiyê ya xirab û muameleya nebaş dest bi grevê kiriye.
Çavkaniyên SOHR‘ê agahî dan ku rewşa fîzîkî û derûnî ya girtiyan xirab e, nîşaneyên başkirin an jî berdana wan di demeke nêzîk de nîn e, lewre jî greva birçîbûnê ragihand.

