Li gor nûçeya Kolbernewsê, Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê li du ciwanên Kurd yên xelkê bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Mihemed Ferecî û Reuf Merûf birî.
Hatiye diyarkirin ku her du ciwan di dema serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin. Hate zanîn ku Dadgeha Bilind a Îranê ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê dosyaya her du ciwanên çalakvan pêşkêşî şaxa bicihanîna cezayan kiriye.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku her du ciwanên Kurd beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê û Dadgeha Miyandwaw ve cezayê darvekirinê lê hatibûn birîn. Her çiqas ew ceza despêkê ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê ve hatibû betalkirin û dosya ji Dadgeha Miyandwaw re hatibû şandin, lê dadgehê carek din cezayê darvekirinê birî û ji aliyê Dadgeha Giştî ve hat erêkirin.
Reuf Merufî û Mihemed Ferecî di sala 2022’yan de di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin û şandibûn girtîgeha Urmiyeyê. Sala despêkê dibin êşkenceyê de îfadeyên wan hatin girtin û rê nedan parêzerên serbixwe li gel de hevdîtin bikin. Piştre di sala 2023’yan de veguhestin girtîgeha Bokanê û ji wê demê ve li wê girtîgehê de tên ragirtin.

