Li Sûriyeyê di 27’ê Mijdara 2024’an de ji Idlibê şikestineke dîrokî destpê kir û tenê di nava 10 rojan de paytext Şam hilweşand. Di 8’ê Adara 2024’an de Beşar Esad welat terikand û bi vî rengî rejîma Baasê ya 61 salan hilweşiya. Ev yek ji bo Sûriyeyê bû destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya nû ya ji gelek aktoran pêk tê û kaotîka “her tişt hîn nû destpê dike.”
Ya ku pêvajo da destpêkirin êrişa komên muxalîf ên bi serkêşiya Heyet Tehrîr eş-Şam (HTŞ) a li ser Helebû bû, ku agirbesta ji sala 2020’û û pê ve xera kirin. Ji ber ku artêşa Sûriyeyê ji rewşê re amade nebû Û bi lez xwe vekişand, deriyên Heleb, Hama û Hûmsê vekirî hatin hiştin û herêm di nava çend rojan de dest guhert. Sibeta 8’ê Kanûnê piştî ku kontrola Şamê kete destê muxalîfan û Serokwezîr Muhammed Gazi el-Celali erkên xwe radest kir, rejîma Baasê bi rengekî fermî bi dawî bû. Di vê hilweşîna ji nişka ve lawaziya piştgiriya Rûsyayê ya ji ber şerê Ûkraynayê û bêbandorbûna milîsên bi piştevaniya Îranê yên li qadê diyarker bû.
Piştî van bûyeran HTŞ’ê destpêkê berê xwe da wan Elewiyan ku teslîmî wan nebûn û dest bi komkujî û teslîmgirtinê kir. Li dû qirkirina mezin li herêma peravê îradeya Elewiyan heta astekê hate şikandin, lê hîn jî nikare bê gotin ku bi temamî teslîmî HTŞ’ê bûne.
Li aliyê din gelê Durzî jî yê li başûrê Sûriyeyê li ser sînorê Îsraîlê ne û di baweriya xwe de israr dikin, teslîmî HTŞ’ê nebû û ragihand ku wê di avaniya xwe ya xweser de israr bikin. Li ser vê yekê HTŞ’ê li dijî Durziyan jî dest bi tevgereke mezin a teslîmgirtinê kir. Lê belê hem berxwedana gelê Durzî hem jî hebûna Îsraîlê ya li başûr nehişt ku tişta dixwaze bi dest bixe.
HTŞ’ê herî dawî berê xwe da Kurdan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstema xwe ya xweser li gel gelan xwedî tifaq bûn. HTŞ’ê bi êrişa li ser QSD û avaniyên Rêveberiya Xweser xwest teslîm bigire. Di dawiya vî şerî de QSD’ê beşek ji xaka di destê xwe de winda kiribe jî piştî peymana ku 29’ê Çileyê hate îmzekirin, kete nava pêvajoyeke entegrasyonê û hikumeta Şamê ya demkî û rêveberiya xweser bi naskirina îradeya hev dest bi entegrasyonekê kirin. Di vê mijarê de hîn kêmasî hebin û xitimandin hebe jî herdu alî di nava rewşeke bêşer de hewl didin atmosfereke siyasî ya hevpar ava bikin.
NEXŞERÊYA SIYASÎ YA NÛ YA SÛRIYEYÊ Û AKTORÊN BINGEHÎN
Li gel van hemûyan Sûriye li ber avabûneke siyasî ya nû ye. Diyar e ev avabûna nû bi hilbijartinên parlamentê û pêvajoya avakirina destûra bingehîn re wê derbasî qonaxeke nû bibe. Parlament ku tê payin di 9’ê Cotmehê de bicive, wê destûra bingehîn a Sûriyeyê ava bike û şêweyê sîstema rêveberiyê ya Sûriyeyê diyar bike. Di pêvajoyeke bi vî rengî de mirov dikare qala 5 meylên bingehîn ên siyasî bikin. Di nava van meylan de cihêrengiyeke bi sînoran ji hev qutkirî nebe jî, ji ber ku navendên hêzê yên ku xwe dispêrin û sekna wan a îdeolojîk cuda ne, xwedî seknên siyasî yên ji hev cuda ne. Her wiha ev hêz bi pozîsyona xwe ya nakok û di nav hev de, pêvajoyê bi hev re dimeşînin.
1. HTŞ û lîderiya AHmed el-Şara: Avaniya bi lîderiya Muhammed el-Colani ku di lêgerîna rewatiyê ya li qada navneteweyî de navê wî bi rengê Ahmed el-Şara fermî bû û li qadê hêza herî serwer e, çarçoveya îdeolojîk a bingehîn a Sûriyeya nû diyar dike. Rêveberiya Şara ku hema bibêje ji hemû hêzên navneteweyî piştgirî wergirtiye, bi hinceta ku qanûnên zordar ên rejîma berê (mînak qanûna civaka sivîl a sala 1958’an) li gorî xwe bi kar tîne tê rexnekirin. Li gel vê yekê di rewşa heyî de bi aktorên din ên siyasî re têkiliyeke bi hevsengiyê ava dike û hewl dide ku Sûriyeya nû li gorî vîzyona xwe ya siyasî û îdeolojîk ava bike.
2. Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê (SMO): Ev avaniya ku li Tirkiyeyê hate perwerdekirin û piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigire, bi taybetî li herêmên bakur bi bandor xuya bike jî bi saya avaniya îdarî û burokratîk a ku xwe berdaye nava wan li hemû herêmên Sûriyeyê xwe bi rêxistin dike û hewl dide bibe bandor. Karê esasî yê vê komê parastina berjewendiyên stratejîk ên Tirkiyeyê yên li herêmê ye. Tê dîtin ku di nava Kurdan de jî ENKS di nava vê bloka siyasî de bi wan re tevdigere.
3. Avaniya Burokratîk a ji ber Baasê maye: Rejîm hilweşiya be jî burokrat û teknokratên xwedî tecrûbeya dewletê bi îdeolojiya neteweperestiya Ereb di nava hikumeta nû de bi cih bûn û hewl didin bibin hêzeke siyasî. Ji aliyê îdeolojîk ve xwedî nasnameyeke cîhadîst nebe jî ji ber mejiyê xwe yê Baas hewl didin ku li Sûriyeya nû ya bi neteweperestiya Ereb serwer bibe û pratîka Baas a berê di nava rêveberiya nû de dewam bikin.
4. Hêzên DAÎŞ’ê yên xwe jinûve birêxistin dikin: Zêdeyî 20 hezar milîtanên DAÎŞ’ê yên ji girtîgehan reviyan an jî li herêmên çolê xwe vedişêrin, valahiya otorîteyê ya heyî bi kar tînin û xwe berdane nava artêşê û civakê. Ev yek di raporên hêzên navneteweyî de jî tê vegotin. HTŞ hewl dide van hêzan tevlî xwe bike ku ev jî dibe gefeke cidî ya ewlekariyê. Tê payin ku bandora siyasî ya vê avaniyê di dema pêş de hîn zêde bibe.
5. Navendên Berxwedana Civakî (Kurd, Elewî, Durzî): Hin navendên berxwedana civakî hene ku piştî ku hilweşîna rejîma Baasê HTŞ, SMO, DAÎŞ û neteweperestên Ereb êriş birin ser wan, lê nekarîn bi temamî tine bikin. Elewî, Durzî, Kurd, Êzidî û Xİristiyan hîn jî weke hêzeke siyasî ya bingehîn li Sûriyeyê hebûna xwe dewam dikin. Ji van hêzan QSD û Rêveberiya Xweser piştî atmosfera bi şer ragihandibe ku dixwaze bi pêvajoya entegrasyonê beşdarî pêvajoya siyasî ya di nava yekparetiya Sûriyeyê bibe, hîn jî bersiveke erênî nedîtiye. Durzî jî daxwaza Sûriyeyeke li ser bingeha demokrasiya xwecihî ya ne navendî weke sekneke bingehîn a siyasî dibînin û bi vî rengî dixwazin li Sûriyeyê hebûna xwe dewam bikin.
PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ Û KÊLIYÊN ŞER
Di rewşa heyî de di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de di navbera QSD û hikumeta Şamê ya demkî de pêvajoyeke entegrasyona îdarî û leşkerî dewam dike. Lê belê statuya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), mufredata perwerdeyê ya Kurdî û ferzkirina avaniya n avendî li ser hemû herêman; di van mijaran de rewşeke cidî ya xitimînê heye. Li aliyê din li Başûrê Sûriyeyê Îsraîlê bi qasî 20 kîlometreçargoşe ji derdora Girên Golanê dagir kiriye û herêmeke tampon ava kiriye. Ev yek jî li ser yekparebûna xaka Sûriyeyê bûye krîzeke nû.
Di qonaxa heyî ya Sûriyeyê de tê payin ku parlament 9’ê Cotmehê bicive, destûra bingehîn a nû ava bike û sîstema rêveberiyê diyar bike. Lê belê cihêrengiya îdeolojîk a aktorên girêdayî hêzên derve û şerê mezhebî/etnîkî yê li ber teqînê li pêşiya desthilatdariyê astengiya herî mezin e. Pirsgirêkên civakî, krîza aboriyê û “Têkiliyên bi Îsraîlê re” xwedî wê potansiyelê ne ku zemîna lihevkirinê ya hesas a li Sûriyeyê di her kêliyê de dikare xera bike. Bi kurtasî li Sûriyeyê serdema rejîma Baasê qediya jî be diyar e ku hîn jî her tişt dikare biqewime.

