Profesor Miloon Kothari ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li ser mafên mirovan, koça ji neçarî û mafê stargehê de li qadên krîtîk ên navneteweyî salên dûr û dirêj di asta herî bilind de kar kir û di mijara çareseriyên şer ên navneteweyî de xwedî tecrûbeyên kûr e, li ser meseleya Kurd ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ê Rojhilata Navîn e, ji ajansa me re nirxandin kir.
Miloon Kothari ku Pisporê Serbixwe yê Polîtîkaya Civakî û Mafên Mirovan e, li Enstîtuya Karên Pêşvebirinê û Têkiliyên Navneteweyî ya Cenevreyê (IHEID) hîn jî weke profesorê mêvan wezîfeyê dike. Profesor Kothari ku beriya niha Komîserê Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Îsraîlê û Xaka Fîlîstînê ya di bin Dagirkeriyê de ye ya Neteweyên Yekbûyî bû, weke Raportorê Taybet ê Mafê Stargeha ji Neçarî ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî wezîfe kir.
Di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li ser mafên mirovan, mafê stargehê û koça ji neçarî we salên dûr û dirêj kar kir. Gava ji vê perspektîfê hûn lê binerin, aliyên mafên mirovan ên herî şênber ê pirsgirêka Kurd dikarin bi çi rengî pênase bikin?
Dema mirov li yekparebûna krîzê dinihêrin ku gelê Kurd ê li çar welatan belav bûye pê re rû bi rû ye, bi dîtina min meseleya esasî têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe (self-determination) ye. Ez vê têkoşînê bi giranî weke mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya navxweyî (internal self-determination) pênase dikim, yanî li welatên eleqedar pêkanîna tevlîbûneke demokratîk a tam.
Lîderê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiyên welê afirand ku her mijar hîn baştir bê fêhmkirin û gotina ‘konfederalîzma demokratîk’ bi kar anî; bi dîtina min ev tespît gelekî di cihê xwe de ye. Lewma feraseta di vir de pêkanîna entegrasyona tam a demokratîk a li pêvajoyên siyasî ye, naskirina Kurdan weke gelekî xweser ji aliyê qanûnên neteweyî ve û di vê çaroveyê de bicihanîna xweseriyê (autonomy) ye. Weke ku em zanin, di halê hazir de li Sûriye û Iraqê herêmên xweser hene, lê belê bi esasî ev herêm bi xwe jî xwedî tevlîbûneke neteweyî ya tam nîne.
Ji vî alî ve konfederalîzma demokratîk tê wateya erkeke hîn zêde ya rêveberiyên xwecihî. Ne tenê li Asya Rojava, li ber ronahiya tecrûbeyên dîrokî yên di asta global de ku netewe dewlet hîn bêhtir navendî bûne, tecrûbeya Kurdan a li Îran, Iraq û Sûriyeyê gelekî girîng e ku weke modeleke demokrasiyê bê qebûlkirin.
Ev yek modeleke rêvebirinê ye ku civakên din jî di nava xwe de vedihewîne. Bi kurtasî, têkoşîna esasî dikarim weke têkoşîna diyarkirina çarenûsa xwe û nasîna xwe pênase bikim.
Li herêmên cuda yên cîhanê we şer û pêvajoyên aştiyê ji nêz ve şopandin. Ji van tecrûbeyên navneteweyî ya ji Fîlîstînê heta bi aliyê din ê cîhanê, ji bo çareseriyeke domdarî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd dersên herî girîng ên dikarin bêne derxistin li gorî we çi ye?
Divê mirov qebûl bike ku çareseriya li herêmekê zehmet e ku li cihekî din ê cîhanê yekser bi cih bê anîn. Lê belê eger mirov li ser xeta xweseriyê û xwerêveberiyê (self-rule) dewam bikin, li cîhanê mînakên cuda heye. Mirov dikare bala xwe bidin ser veguherîna gelên Bask û Katalan ên li Spanyayê. Mirov dikare gelek mînakên gelên xwecihî (indigenous peoples) lêkolîn bikin ku li seranserlê cîhanê li ser xaka xwe kontrola xwe jinûve pêk anîn, yan jî parastin û û xwe bi xwe bi rê ve birin.
Bêguman tecrûbeyên navneteweyî hene; lê belê ez di wê baweriyê de me ku divê ‘Çareseriyeke xweser a Kurdan’ bê afirandin. Çareseriyek ku di nava nifûsa Kurdan de hurmetê nîşanî çanda jiyana bi hev re û dîroka demokrasiyê dide. Di vir de dixwazim careke din qala Abdullah Ocalan bikim. Sedema ku ez wî timî weke referans nîşan didim ew e ku fikir, teorî û pîvanên wî yekser ji nava pratîkê, yanî ji pêkanînê afirîne. Veguherîna pêvajoyên xwerêveberiyê ya Kurdan a li welatên cuda yên lê dimînin bi xwe şopandiye, çavdêrî jê re kiriye.
Bi dil û can ji vê yekê bawer dikim: Eger qada pêwîst ji Kurdan re bê vekirin, naskirina siyasî pêk were û weke gelekî xweser ê hezaran salî bê qebûlkirin, hingî mirov dikare çareseriyeke ‘Xweser a Kurdan’ peyda bikin. Ji vê jî wêdetir dikarim bibêjim ku gelên din ên li cîhanê dikarin ji tecrûbeya Kurdan gelek tiştan hîn bibin.
Li ser mafên mirovan û mafên siyasî wê pirseke min hebe. Li çar welatên lê dimînin, mijarên weke mafên çandî, temsîla siyasî û tevlîbûna demokratîk di asteke navendî de girîng e. Bi dîtina we, ji bo afirandina bingeha çareseriyeke mayinde û adil a pirsgirêka Kurd divê kîjan pîvan esas bê wergirtin?
Li gel pîvanên tevlîbûna siyasî û konfederalîzma demokratîk ku me qalê kir, yek ji pîvanên herî girîng ên ji nava tecrûbeya Kurdan afiriye, pîvana wekheviya zayendiya civakî (gender equality) ye. Ev gelekî girîng e, ji xwe li Rojava û deverên din ev rewş bi şênberî tê dîtin. Avaniyên xweser û meclîsên Kurdan hewl didin ku tevlîbûna jinan di asta herî bilind a siyasî de entegre bikin. Lewma wekheviya zayendiya civakî pîvaneke jiyanî ye.
Pîvaneke din jî rêgeza ‘wijdan’ e ku zêde li ser nayê sekinandin, lê Ocalan timî qalê dike. Tişta ku îro li cîhanê kêm e; hesasiyet û dîtina wê yekê ye ku em weke gelekî xweser, cihê hurmetê, xwedî mafê mirovan û heysiyetê bêne qebûlkirin. Eger em di nava lêgerîna çareseriyeke mayinde de ne, gelekî girîng e ku em van rêgezan biparêzin ku wê me bigihîne paşerojê.
Ya din jî bêguman edaleta hawirdorê (environmentall justice) ye. Ev rêgez ji bo cîhana me ya heyî gelekî rojane ye. Ocalan di yek ji nivîsên xwe de vê yekê weke ‘tolhildana hawirdorê’ dinirxîne. Ev yek qebûla wê ye ku heta em hurmetê nîşanî cîhana em lê ne nîşan nedin, weke gel em ê nikaribin bi pêş ve biçin. Qedemeyên me yên rêveberiyê û modelên pêşvebirinê yên herêmên me çi dibin bila bibin, divê bi hawirdorê re di nava ahengiyeke tam û hurmetê de be, her wiha divê tevkariyê li domdariya hawirdorê bike. Dema ku em ber bi pêş ve diçin, rêgezên ku divê em xwedî bikin û bi pêş ve bibin, ev in.
Profesorê hêja, pirseke min a din wê li ser têkiliya Kurdan a bi civakên din re be. Beriya niha bi demeke kurt hûn tevlî panelekê bûn ku sernavê wê ‘Gelên Hindistan û Kurd: Jinûve destpêkirina diyaloga şaristaniyekê’ bû. Hûn potansiyela afirandina diyalogeke di asta civaka sivîl, akademîk, çandî ya navbear gelên Hindistanê û Kurd çawa dinirxînin?
Bi dîtina min potansiyeleke mezin heye. Di demekê de ku hikumet di afirandina têkiliyên navbera dewletan de hin zor û zehmetiyan dikişînin, şêweyên guherînê yên bi çandî û hevkariyên din, gelekî girîng e. Mînak, bi qasî em zanin hikumeta Hindistanê û hikumeta Tirkiyeyê vê gavê vê mijarê muzakere nakin, an jî nîqaş nakin.
Di vê çarçoveyê de guherîna entelektuel, danûstandina materyalên hunerî û dîtbarî û weke ku em niha nîqaş dikin parvekirina fikir û nêrînan xwedî roleke jiyanî ye. Karên ku Kongreya Neteweyî ya Kurd li Hindistanê dimeşîne û zêdebûna materyalên li ser pirsgirêka Kurd li nava medya Hindistanê cihê kêfxweşiyê ye.
Li gel vê yekê paraleliyeke din a gelekî girîng heye ku têkilîdanîna me ya bi gelê Kurd re mecbûrî dike. Ew jî nêzîkbûna li hev û aliyên dişibin hev ên fikir û karên Abdullah Ocalan û Mahatma Gandhi ye. Eger em karibin têkiliya navbera nêrînên gelê Kurd û fikrên van herdu lîderan xurt bikin, ev ê hem li nava gelê Hindistanê hem jî li nava gelê Kurd ê ku Gandhi nas dike, bersiveke xurt bibîne.
Ji rêgezên dişibin hev jî wêdetir, yek ji dersên herî girîng ên ji vê derê bê wergirtin dersa çalakiyan (action) e. Ya ku Mahatma Gandhi cuda dike ew e lîdertî û fikrên wî bû; ew li gorî van fikrên xwe bi xwe kete nava liv û tevgerê û dema berxwedana xwe ya li dijî mêtingeriyê meşand, ev fikrên xwe jî xurtir kir. Dema mirov nivîsên Abdullah Ocalan dixwînin û li karên wî yên li ser gelê Kurd ê li çar welatan û lîderên Kurd dinihêrin, hewldanên wî yên ji bo bicihanîna van fikrên xwe bi şênberî tê dîtin.
Weke şexs ez di wê baweriyê de me ku li Hindistanê danîna têkiliyeke nêz a bi gelê Kurd re wê bandoreke mezin bike. Cihê xweşiyê ye ku di halê hazir de em bi gelê Kurd re di nava têkiliyê de ne, nîqaşên panelan dibin û ev kar jî mezin dibe. Em hêvîdar in ku ev rewş wê di asta siyasî de jî bandorekê bike.
We qala aliyên dişibin hev ên Abdullah Ocalan û Mahatma Gandhi kirin, lê belê Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Girava Îmraliyê girtî ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek biryar dan ku balê dikişîne ser pêwîstiya azadiya Abdullah Ocalan. Yek ji van jî ‘Mafê Hêviyê’ (right to hope) tê pênasekirin. Lê belê meqamên Tirk ev biryar qebûl nekir û bi cih neanî. Ji bo berdana wî û azadiya wî hûn dixwazin çi bibêjin?
Li ser zemîna siyasî liv û tevgerek heye, ez naxwazim hebû bûyeran dubare bikim lê belê bi dîtina min gavên ku Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê avêtiye erênî ye. Meclîsê komîsyonek ava kir û hin kar hate meşandin. Bêguman ev pêvajo gelekî hêdî dimeşe, lê belê divê bi lez be. Weke parçeyek jî vî karî ji bo karibe bi fîzîkî tevlî têkoşîna li çar welatan bibe divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Ev pêvajoya ku di her kêliyê de em li benda daxuyaniyên nû ne, divê guhertinên qanûnî vehewîne ku mafên Kurdan weke gelekî xweser ê li Tirkiyeyê bi her kesî re xwedî heman mafî nas bike. Lewma pêwîstî pê heye ku pêvajo derbasî qonaxeke hîn xurtir bibe.
Bi dîtina min, li Meclîsa Tirkiyeyê û komîsyonê kesên ku van nîqaşan dimeşînin divê îhtimala navbeynkariya aliyê sêyemîn (third-party mediation) jî binirxînin. Ev gelekî girîng e. Rêbazeke ku li Kolombiya û Îrlandayê encam bi xwe re aniye. Li cîhanê gelek mînak hene ku nîşan dide navbeynarkiya aliyê sêyemîn zemîn ji mafê tayînkirina mafê xwe û azadiya gelan re amade kiriye.
Ez bawer dikim ku aliyê Kurd wê navbeynkariyeke bi vî rengî qebûl bike. Niha mesele ew e ku aliyê Tirk li ser wê mijarê bê qanihkirin ku bi saya navbeynarkariya aliyekî sêyemîn ê ku herdu alî hurmetê nîşan bide û li ser li hev bike, çareseriya vê pirsgirêkê bi lez pêk were. Di vir de Neteweyên Yekbûyî dikare rolê bilîze, lê belê ev şert nîne; welatekî din jî dibe. Lê belê teqez divê hin tişt bêne kirin. Niha liv û tevgerek heye, yanî xitimandina ji par û vir ve êdî tê vekirin. Lewma ji bo şikandina rewşa xitimandî divê em li ser hemû rêyên gengaz bifikirin.
Pirseke min jî wê li ser nêzîkatiya sîstema mafên mirovan a navneteweyî û civaka navneteweyî ya li pirsgirêka Kurd be. Hûn nêzîkatiya heyî ya sîstema mafên mirovan a navneteweyî ya li ser çareseriya meseleyên tevlîhev ên weke pirsgirêka Kurd çawa dinirxînin? We qala çareseriyên li Îrlanda, Kolombiya û welatên cuda kirin; baş e li ser nêzîkatiya giştî ya sîstema mafên mirovan a navneteweyî hûn çi difikirin?
Em nikarin bibêjin ku heta roja îro tevkarî û alîkariyeke zêde kiriye. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku gelê Kurd li nava Neteweyên Yekbûyî weke dewletekê yan jî weke mînaka Fîlîstînê weke dewleteke çavdêr nayê naskirin. Ev yek karê Neteweyên Yekbûyî ku organîzasyoneke navbera hikumetan e, zehmet dike ku vê mijarê yekser binirxînin.
Li gel vê yekê girîng e ku mirov ji aliyekî cuda li meseleyê binihêrin. Li şûna ku mirov bi rengekî pasîf li bendê bisekine ku Neteweyên Yekbûyî bikeve nava liv û tevgerê, divê mobîlîze bibin. Di dîrokê de hatiye dîtin, ku dema gel, civak û sazî mobîlîze bûn, gelek mijar ketin rojeva Neteweyên Yekbûyî û biryar hatin dayin. Lewma gelekî girîng e ku bi civaka navneteweyî û sîstema mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî re têkilî bê danîn û tevlîbûn li pêvajoyê bê kirin.
Di vir de mebesta min mekanîzmayên şopandinê yên weke Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî, organên peymanê yên Neteweyên Yekbûyî û Nirxandina Periyodîk a Gerdûnî (Universal Periodic Review) e. Kurd weke dewletê neyên askirin jî dewletên ku nifûsa Kurdan li wan heye, li pêşberî mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî xwedî berpirsyariyê ye. Ev dewlet li ser performansên xwe yên têkildarî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bi rêk û pêk raporê pêşkêşî organên Neteweyên Yekbûyî yên cuda dikin.
Di van lêkolînan de û di biryarên pêşniyarê de ku bi rêk û pêk ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve têne dayin, divê em bikin ku pirsgirêka Kurd teqez weke navnîşanê bê nîşandan, pêkanînên van çar dewletan ên li hemberî gelê Kurd bibin parçeyek ji van pêvajoyên kontrol û çavdêriyê. Pêşniyarên bêne kirin jî divê di vê çarçoveyê de bin.
Ev yek karê parêzvaniyê (advocacy) û polîtîkayeke stratejîk e ku em ên tevlî pêvajoyê bûne, di serî de jî gelê Kurd bi xwe li ser bifikire. Ji ber ku naskirina gelan di çarçoveya berpirsyariyên Neteweyên Yekbûyî de, parçeyekî gelekî girîng ê sîstema mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî ye.
Bêguman naskirina dawî statuya dewletê ye; lê belê em zanin ku di konjonktura heyî de ev gelekî zehmet e. Em di vir de bi giranî qala mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya navxweyî dikin. Di vê mijarê de gelekî gigrîng e ku mekanîzmayên cuda yên sîstema mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî bê bikaranîn, bi taybetî jî giraniyê bidin ser mekanîzmayên serbixwe yên ku bi şertê dewletbûnê nealiqe.

