Îro li bajarê Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava tê lidarxistin. Konferans ku li Xwaringeha El Burc bi rê ve diçe, wê rewşa heyî ya sînemayê û perspektîfên pêşveçûna wê gotûbêj bike.
Konferansê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê komîteya amadekar a konferansê Diyar Hiso axivî û şehîdên ku di qada hunerê de bi roleke girîng rabûne wekî şehîd Xelîl Dag û Yilmaz Guney, bi bîr anîn.
Diyar Haso gavên ku beriya konferansê hatine avêtin û pirsgirêkên ku qada sînemayê li herêmê pê re rû bi rû ye, nirxandin û got, “Girîngiya vê konferansê ew e ku dê siberoja sînemayê li herêmê û rêbazên baştirkirina aliyên wê yên erênî gotûbêj bike.”
Konferansa wê 3 rojan dewam bike û tê payîn ku der barê siberoja sînemayê li Rojava de biryarên girîng bêne dayîn û ji bo pêşxistina sînemayê di qonaxa pêş de, plana xebatê were eşkerekirin.

