Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Şaredariya Beylîkduzuyê ji bo 4 qadên cuda destûrnameya projeya avakirinê pêşkêşî şîrketa Îmamoglû Înşaetê kiriye û di van projeyên destûrnameyê de xalên ne rast hene.
Lewma jî têkildarî Şaredariya Beylîkduzuyê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Stenbol, Gîresûn û Bûrsayê 27 kes hatin binçavkirin.

