Zêdebûna krîzên ewlekarî û siyasî ya li cîhanê kir ku rojnamevantiya serbixwe bigihêje asta tinebûnê. Rêxistina RSF’ê bi wesîleya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Navneteweyî nexşeya rojnamevanên sirgûnkirî bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hate ragihandin ku ji sala 2021’ê û vir ve çapemeniya azad di asta navneteweyî de lawaz bûye û zextên li ser rojnamevanan veguheriye krîzeke mezin a global.
DI NAVA 5 SALAN DE ZÊDEYÎ 1.400 ROJNAMEVAN REVIYAN
Li gorî daneyên RSF’ê di navbera salên 2021 û 2025’an de 677 jê rojnamevanên Efgan, 160 jê rojnamevanên Rûs û 101 jê rojnamevanên Birmanyayî (Myanmar) ji herî kêm 65 welatan 1.468 nûçegihand û edîtor ji ber gef, cezayê girtîgehê yan jî rîska mirinê welatê xwe terikandin. Rêxistinê diyar kir ku ev hejmar tenê ya li ber çavan e, sansura global her roj berfireh dibe.
TIRKIYE HEM STARGEH HEM JÎ WELATÊ TRANSÎT E
Di trafîka sirgûnê ya global de Tirkiye ji ber rewşa xwe ya siyasî û cografî bi roleke navendî radibe. Bi taybetî ji bo bi sedan rojnamevanên Efgan ên ji ber desthilatdariya Talîbanê reviyan û ji bo xebatkarên çapemeniyê yên serbixwe yên Rûs ên ji ber zextên piştî şerê Rûsya-Ûkraynayê reviyan Tirkiye bû yek ji rawestgehên destpêkê.
Di raporê de hate ragihandin ku Tirkiye ji bo rojnamevanên penaber ne rawestgeheke bi ewle ye û hate gotin, ji ber zehmetiyên îdarî, tirsa dersînorkirinê û astengiya vîzeyê gelek rojnamevan Tirkiyeyê ji bo xwegihandina Ewropayê weke rêgeheke transît bi kar tînin.
RSF’ê bang li welatên demokratîk kir ku ji bo rojnamevanên li sirgûnê karibin li pîşeyê xwe vegerin, bernameyên parastinê yên lezgîn bixin dewrê.

