Pêncşem, 6 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Rêya ber bi aştiyê qonax bi qonax e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Tamîr: Girtîgeh bûne navendên binpêkirina mafan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tecrûbeya demokrasiya herêmî li Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejdet Atalay: Divê Kurd karibin biryarên li ser pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî çêkirin”

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin
Jin

Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet re sûcên ku ji aliyê leşkeran û wezîfedarên bi unîforma ve têne kirin, zêde bû. Bi taybetî piştî sala 2025’an van sûcan bi xwe re polîtîkaya necezakirinê anî. Sûcên ku ji aliyê cerdevan, polîs, çawişê pispor an jî wezîfedarên dewletê ve li hemberî jin û zarokan hatin kirin, bi giranî li Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Wanê hatin dîtin.

Li herêmê ku îstîsmar, tundî û komkujiyên li hemberî jinan hate kirin, dosyayên ku têkildarî mijarê çûn ber destê dadgeriyê bi giranî bi beraatê bi encam bûn. Ev polîtîkaya ku bi salan e tê meşandin hêz û wêrekî da kiryaran û zêde bû. Li herêmê tora îstîsmar û fûhûşê ya ku hêzên ewlekariyê di nav de ne, gelek caran hate teşhîrkirin. Ji sala 2012’an û vir ve têkildarî îstîsmara hêzên ewlekariyê bi dehan bûyer di çapemeniyê de hatin weşandin. Tenê beşeke biçûk a ji van dosyayan bi girtin an jî cezakirinê bi encam bûn.

Parêzvana Mafên Mirovan û parêzer Eren Keskîn ku gelek bûyerên destavêtin û êşkenceya zayendî dişopîne, anî ziman ku li cografyaya bûyer lê diqewimin sîstema serwer li ser nirxên mîlîter û serweriya mêr ava bûye, mekanîzmayên dadgeriyê jî bi vê ferasetê tevdigerin.

Eren Keskîn diyar kir ku tundiya li jinê ya li Kurdistanê weke polîtîkayeke şer tê meşandin û anî ziman ku ev yek ne tenê li herêmê ye, li gelek deveran cîhanê di pêvajoyên şer de jin bi rêk û pêk hedef têne girtin. Eren Keskîn ragihand ku tundiya li hemberî jinê tenê bi salên 1990’î nikare bê nirxandin, rabirdûya dîrokî ya herêmê bi bîr xist û got, “Ev cografya cografyayeke welê ye ku rabirdûyeke xwe ya qirkirinê heye. Qirkirinên 1915 û 1938’an heye. Bi komkujiyên li hemberî Ermenî û gelên din ên Xiristiyan û Qirkirina Dersimê qewimîn. Di van pêvajoyan hemûyan de li hemberî jinan tundî hate bikaranîn. Di salên 1990’î de ev yek weke polîtîyake dewletê ya rêxistinî hate meşandin.”

‘BÛYER BÊ CEZA HATIN HIŞTIN’

Eren Keskîn anî ziman ku yek ji navendên vê polîtîkayê Mêrdîn e û li ser kiryarên wê demê got, “Li herêmê ku fermandarê Mûsa Çîtîl lê bû, gelek jin di binê çavan de li êşkenceya zayendî rast hatin. Di encama hewldanên me de yek ji wan bûyeran a ku herî zêde tê zanîn doza Ş.E. bû. Muwekîla me ku weke Ş.E. tê naskirin û dayika wê di binê çavan de li êrişa zayendî rast hatibû. Me kir ku dawiya dawî li hemberî Mûsa Çîtîl û 405 leşkeran de doz bê destpêkirin. Vekirina vê dozê bûbû bûyereke gelekî mezin. Lê belê dosya ji Çorûmê re hate şandin û di encamê de biryara beraatê hate dayin. Çi bû? Ew Mûsa Çîtîl piştre di bûyerên Sûr-Cizîrê de vê carê weke fermandarekî bi payebilind derket pêşiya me.”

‘DESTPÊKÊ ÊLIH WEKE HERÊMA PÎLOT HATE HILBIJARTIN’

Eren Keskîn diyar kir ku bûyerên xwekuştina jinan a ku demekê gelekî kete rojevê pêwendiya xwe bi heman polîtîkayan heye û bûyerên di vê demê de li Dersimê diqewimin bi bûyerên rabirdûyê re têkilî danî.

Eren Keskîn got, “Êlih demekê ew bajbar bû ku herî zêde bi xwekuştina jinan diket rojevê. Çawa ku em îro li ser bûyera Gulistan Dokû, bi taybetî jî çetebûna li Dersimê diaxivin ku li dijî jinên ciwan ên Kurd hate avakirin, çawa ku em nîqaş dikin bê ev tora sûc çawa wan dixe xefika xwe, destdirêjiyê li wan dike û dikuje, li Êlihê jî kiryarên bi heman rengî qewimî bû. Wê demê Êlih weke herêma pîlot hatibû hilbijartin. Ya rast necezakirin di heman demê de polîtîkayeke dewletê ye. Necezakirineke mezin heye.”

‘BI TÊRKERÎ LI SER ÊŞKENCEYA ZAYENDÎ NAYÊ AXAFTIN’

Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya têkoşîna înîsiyatîf û rêxistinên jinan a li hemberî polîtîkaya necezakirinê û destnîşan kir ku bi taybetî avaniyên li qada mafên jinan û aştiyê dixebitin divê bi hev re tevbigerin.

Eren Keskîn got, “Êşkenceya zayendî ya li hemberî jinan a li Kurdistanê hîn li vê erdnîgariyê nayê axaftin. Ev tê nivîsandin. Bêguman li rojnameyên mezin û saziyên çapemeniyê yên navîn cih nagirin, lê belê ji aliyê Ozgur Gundemê ve hate nivîsandin, hin rojnameyan û organên weşanê cih dan wan. Balê nakişînin. Ji ber ku cotstandartiyek heye. Heta ku em li cotstandartiyên xwe nepirsin, em çiqasî polîtîkaya necezakirinê ya dewletê rexne bikin jî ev bi wate nabe.”

‘DIVÊ NECEZAKIRIN BÊ NÎŞANDAN’

Eren Keskîn axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Bi taybetî êşkenceya zayendî û tundiya ku li Kurdistanê weke polîtîkaya şerê taybet a dewletê li hemberî jinan tê meşandin divê ji aliyê her kesî ve bê nîqaşkirin. Şert e ku ev polîtîkaya necezakirinê bi berfirehî bê nirxandin û nîşandan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Fermandar û şoreşgerê Neteweya Demokratîk: Şehîd Elaa Ereb
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Bi saya Rêber Apo jin gihîştin vê astê’

Ji rêveberên Kongra Starê ya Kantona Firatê Xwînav Xelîl got, "Bi saya Rêber Apo em…

Ji aliyê Stêrk TV

Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

Seroka Rêxistina PASS'ê û aktîvîsta Yemenî Behiya El Seqaf diyar kir ku YPJ çavkaniya lêgerîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyan çalakiyên Nobeta Edaletê silav kirin

Girtiyan ji çalakiyên Nobeta Edaletê re ku li gelek bajaran didomin, name şandin û têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Efrînê xerac ji xwediyên erdan dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zelenskiy: Me li navendên petrolê yên Rûsyayê xist

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

‘Guherîna avûhewayê rîska şewata daristanan a li Kanadayê du qatan zêde kir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?