Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê
Kurdistan

Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi vî rengî ye:

“2’ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê, li dijî Elewiyên ku ji bo tevlîbûna li Şahiyên Pîr Sûltan Abdal çûbûn bajêr, êrişeke komkujiyê hate kirin. Di vê êrişê de Otela Madimakê hate şewitandin û piraniya wan Elewî 33 nivîskar, ozan, ramanger hatin qetilkirin. Em canên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi hezkirin û hurmeteke mezin bi bîr tînin û dibêjin, bila axa xwe zêde be, dewra wan daîm be.

Sala 1993’an yek ji salên herî tarî yên dîroka Tirkiyeyê ye. 1993 di heman demê de saleke welê bû ku Tirkiye di nava wê lêgerînê de bû ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike. Elewiyan jî piştî salên 1990’î ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê di nava hiqûqê de bi rêbazên demokratîk çareser bikin rêxistiniya xwe xurt kiribûn û bi bandoreke zêde cihê xwe li nava platformên têkoşînê girtibûn. Şahiyên Pîr Sûltan Abdal jî di nav de gelek çalakî weke çalakiyên nîşandana hêza demokratîk a rêxistinbûyî ya Elewiyan dihatin lidarxistin. Lewma hêzên ku têkoşîna demokratîk a Elewiyan, hebûna Elewiyan li hemberî xwe weke xetere didîtin, ji xwe re kirin armanc ku Elewiyan bi rêya vê komkujiyê bitepisînin. Dijberên demokrasiyê û kesên ku ji kirina sûcê li dijî mirovahiyê xwe nedidan alî, xwestin bi vê rêyê Elewiyan ji têkoşînê bêpar bihêlin. Ji ber vê jî komkujeran rêberên olî yên Elewiyan û nûnerên ku baweriya Elewiyan digihandin siberojê qetil kirin.

Hedefkirin û êrişa li ser kesayet û saziyên ku gel û hişê baweriyekê temsîl dike, cûreyê herî xetere yê êrişkarî û komkujiyê ye. Ji ber vê jî êrişa yekser a li hemberî hunermend, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Elewî sûcekî mezin ê plankirî ye. Bi vê komkujiyê hate xwestin ku Elewîtiyê ji hiş û kevneşopiya qedîm, Elewiyan jî ji têkoşîna siyasî û civakî ya Tirkiyeyê dûr bixînin. 2’ê Tîrmehê di nava komkujiyên ku bi serê Elewiyan hatiye yek ji êrişên herî xetere ye. Jİ vî alî ve komkujiya Sêwasê dişibe komkujiya Dersimê ya 1938’an. Li Dersimê jî bi qetilkirina pîr, murşît û ocaxên Elewî yên Rêya Heq ên Kurd êriş yekser li hişê baweriya Elewiyan hate kirin. Bi komkujiya Elewiyan re jî xwestin Elewiyan bê saz, bê gotin û bê kelam bihêlin.

Li gel dema dirêj a di ser komkujiya 1993’an re derbas bûye, gaveke hêja ya ku malbatên şehîdan, Elewiyan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê razî bike, nehatiye avêtin. Di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, di rojevê de ye. Ev pêvajo ew pêvajo ye ku bi qasî çareseriya pirsgirêka Kurd wê çareseriya pirsgirêkên Elewiyan û tevahiya Tirkiyeyê jî bi xwe re bîne. Bîranîna îsal a 2’ê Tîrmehê di demeke bi vî rengî de pêk tê. Ev pêvajo divê bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê serxistin. Elewî jî weke hêza herî dînamîk, pêkhateya herî bi bandor a demokrasiyê divê karibin cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigirin. Ev helwest û têkoşîn di heman demê de wê bibe bersiva herî bi wate ya ji bo şehîdên komkujiya 2’ê Tîrmehê. Lewma di salvegereke nû de ku şehîdên 2’ê Tîrmehê têne bîranîn, xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2’ê Tîrmehê careke din rû bide. Ji bo paşerojeke azad pêwîst e Elewî bi hêzên demokrasiyê re li eniya hevpar têkoşîna xwe mezin bikin. Demokratîkkirina Tirkiyeyê, gihîştina sîstemê li komara demokratîk wê herî zêde xizmetê ji baweriya Elewî re bike ku karibe hebûna xwe biparêze û bi pêş ve bibe. Em bi vê têgihiştin, bawerî û hestê şehîdên komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tîrmehê careke din bi bîr tînin û bang li canên Elewî hemûyan dikin ku têkoşîna demokatîkbûna Tirkiyeyê mezin bikin. Em dixwazin bibêjin ku hêjabûna li şehîdên demokrasî û azadiyê, xwedîderketina li bîranînên wan û daîmîkirina mîrateyên wan tenê bi têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê dibe. Bi vê wesîleyê em hemû canên ku şehîd bûne ku nûnerên nirxên mirovahiyê bûn careke din bi bîr tînin, dibêjin bila dewra wan daîmî be, bîranînên wan bi agahî û baweriyê mayinde bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye
Nûçeya Pişt re Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump: Eger Îran rehet nesekine, em ê dîsa bombebaran bikin

Serokê DYE’yê Donald Trump du roj berî îmzekirina lihevkirina di navbera Washington û Tehranê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Rahîme Karvar bi 2 sal û mehekê hate cezakirin

Di doza darizandina rojnamevan Rahîme Karvar de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelata Tipê ya Nobelê ji sê lêkolînerên immunolojiyê re hate dayin

Xelata Tipê ya Nobelê ya 2025'an ji zanyarên Emerîkî Mary E. Brunkow û Fred Ramsdell…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?