Pirî caran mirov bi sekin, raman, jiyan û tevgera xwe dibe neynika pênaseya xisletên xwe. Lewra herêm, erdnîgarî, civak û çand bi xwe jî bandorê li vê yekê dikin. Dema ku em jî weke yekîneyekê dixwazin wesifkirina keça lêheng a ji herêma Efrînê, Zozanê bikin, ji nav dîtin û bihîstinên bedewiya sirûştî ya herêma Efrînê nikarin dûr bikevin. Lewra mirov di jiyan, xislet û têkoşîna Zozanê de bedewiya Efrînê didît.
Her wiha ew hevrêyên ku em dikirin mêvanên rûpelên dîrokê, danehevên rabirduyê, bîranînên hevaltiyê û kêliyên parvekirina têkoşîna Zozanê, em dibirin ser çiyayên Hawar, Lêlûn û Kurmênc digerandin. Ji wir jî ber bi sînorên rêzeçiyayên heta Toros û Amanosan bihost bi bihost em dimeşandin. Di her bihosta wê xaka pîroz de bîranînek û rûpelek ji dîroka keça ciwan di nav wan çavên biriqok de zindî dibû. Zozan di van çirkên demjimêrê de mîna kaniyeke veşartî, vînek ji pola û ronahiyek di şeva tarî de xuya dikir.
Hevrêyên wê Narîn, Peyman û Raperîn dema ku qala wê dikirin, mîna senfoniya xwezaya Efrînê û çemekî ku ber bi azadiyê ve diherike, dipekinîn. Di dengê wan de hem şahiya bihara çiyayan, hem jî hesreta hevaltiyeke şaxberdayî ya di xaka pîroz de hebû. Li aliyekî gerîla Narîn pênaseya sûra wê ya bîrdozî dikir, li aliyê din hevrê Peyman li ser lûleyên teng ên perwerdeyê destana vîna wê dinivîsand. Li Efrînê, di bîranîna şoreşger Raperîn de, Zozan dibû dayikeke ruhî, mamosteyeke ku tiliyên zarokan ji şeveqa sibehê re amade dikir.
Belê; em bi xemla deşt û çiya digeriyan di nav bîranîn û serpehatiyên gerîla Zozan de. Di hemû wêne û vegotina hevrêyên xwe de fîzîka wê ya hûr û bejna wê ya piçûk eşkere diyar dibû. Weke ku dibêjin; zêrê piçûk e lê bi nirx û buha ye. Mîna pelek ji darê be, sivik û nermik, lê ewqas jî pirreng, xweşik û spartina xakê be. Ji ber ku pela ji darê diweşe, dibe hêza parastina koka darê û xemla payizê. Dema ku me li cîhana Zozan a hundirîn dinêrî, me didît ku wan çiyayên herî bilind di nava ruhê xwe de hewandine.
Gerîla Narîn dema ku dest bi vegotina rapora lêhenga Efrînê Zozan dikir, dîroka tevgera azadiyê, hêza têkoşîn û berxwedanê û di heman demê de girêdanbûna doz û hevaltiyê ku mîraseke afirandî ye, nîşan dida ku roja îro em deyndarê wan dimînin. Gerîla Narîn digot: “Ew xeta Rêber Apo wekî ‘Sûra Hundirîn’ pênase dike.” Wê di rapora xwe ya ku rasterast ji bo Rêber Apo nivîsandibû de, wiha digot:
“Serokê min, ev kesên ku feraseta çetewarî dimeşînin, ji bo ku me di hundirê dozê de bêbawer bikin û vîna me bişêwînin, bi mehan e ku li ser me zextan dimeşînin û xwê li ser birînên hevalan qut dikin. Halbûkî, gelê vê derê (gelê welatparêz) di her warî de bi dildarî dibe alîkarê me. Lê ev feraseta çetewarî êdî nake ku lingên hevalan bişixûlin, dixwazin di nava rêxistinê de bêbaweriyeke wisa mezin çêbikin da ku her kes bêje ‘gerîlatî nabe’ û bi vî awayî xet û keda te ya pîroz vala derxin. Lê belê, tevî van hemû zextan jî, hevalên ku li ber destê te perwerde dîtine, îradeyeke pir mezin û berxwedaniyeke pîroz nîşan didin.”
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

