Bîlançoya qurbaniyên teqîna li hundirê qehwexaneyekê ya li Şamê bû 7 kuştî û 22 birîndar.
Teqîn di saetên piştî nîvro de li nêzî avahiya Edaletê ya li herêma El Himêdiyê ya pêk hat.
Hate diyarkirin ku teqîn ji ber bicihkirina teqemeniyekê li qehwexaneyekê rû da.
Li gorî agahiyên ku me destpêkê wergiribûn, di teqînê de 4 kes hatibûn kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

