În, 3 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KOMAW: Kurd dê tu carî Alî Haydar Kaytan ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komedyen Denîz Goktaş hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye û rola wî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya piştgiriyê ji bo Denîz Goktaş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Saratovê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêhiqûqiya qeyim didome: Biryar hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Şandeya me 40 roj in nikare bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
Rojane

Ayşegul Dogan: Şandeya me 40 roj in nikare bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku 40 roj in hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan anî ziman ku Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînên xwe de geşedanên girîng gotûbêj kirine û wiha got: “Pêvajoya qanûna çarçoveyê rojeva sereke ye. Bendewariya gel ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê heye. Lê mixabin em nikarin li ser demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tiştên erênî bêjin. Komedyenekî bi navê Denîz Goktaş duh hat binçavkirin. Divê ev sepanên li dijî demokrasiyê bên rakirin. Em piştgiriya xwe ya ji bo Denîz Goktaş radigihînin û dibêjin divê ev sepanên li dijî hiqûqî bi dawî bibin.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DEM Partî ji bo ev pêvajo bigihîje encamê û zemîna demokrasiyê bê xurtkirin bi hesasiyet tevgeriya. Lê mixabin di van deman de agahiyên ne rast û îdiayên nayên qebûlkirin tên belavkirin. Lê rayedarên desthilatê li ber van agahiyan bêdeng in. Em jî di serî de dibêjin heke bingeheke qanûnî tunebe dê xeterî derkevin pêşiya pêvajoyê. Ji bo wê jî divê salnameyek-takwîmek bê diyarkirin. Di van demên dawî de agahiyên erênî jî hene. Li ser dema qanûna çarçoveyê mutabaketek-lihevkirinek heye. Lê ji bo takwîmê tiştekî hatiye diyarkirin tune ye. Mutabakat heye ku beriya Meclîs bikeve batlaneyê, qanûna çarçoveyê dê were rojevê.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku qanûna çarçoveyê dê çi bibe hê ne diyar e û ev yek anî ziman: “Rêxistinê çekên xwe şewitandin. Divê pêvajoya çekdanînê mîsoger bibe û desthilat û partiyên siyasî jî li ser vê yekê rawestin. Dê çawa bêçekbûn mîsoger bibe; Bi demokratîkbûyîn û mîsogeriya hiqûqê pêkan e. Ji bo wê jî hewcedarî bi qanûna çarçoveyek berfireh heye. Birêz Ocalan jî di daxuyaniya 27’ê Sibatê de diyar kir ku hewcedarî bi qanûn heye. Ji bo wê jî qanûna bêçekirinê divê neyê kategorîkirin. Kategorîkirin; bi Tirkiyeyê dide windakirin. Divê em ji serpehatiyên berê dersê derxin. Qanûna çarçoveyê gaveke girîng e ji bo piştî bêçekirinê, lê dê çi bibe? Divê destûr neyê dayîn ku derbarê hundirê qanûna çarçoveyê de agahiyên derew bên belavkirin. Endamên rêxistinê jî ji bo çekdanînê dipirsin wê çi qanûn bên derxistin. Divê bersiva vê pirsê bê dayîn.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê û axaftina xwe wiha domand: “Komîsyona Meclîsê li ser fikra hemû partiyan raporek amade kir. Dîsa bi muzakereyan qanûna çarçoveyê dikare bê amadekirin. Pêdivî bi qanûnek ji bo vegera endamên rêxistinê heye. Ev ji bo pêvajoyê hewcedariyeke bingehîn e. Birêz Numan Kurtulmuş li ser qanûna çarçoveyê dibêje divê neyê derengxistin û tiştek li derve neyê hiştin. Em jî tevlî van gotinan dibin. Lê dîsa birêz Kurtulmuş dibêje ev qanûn dê ji bo careke bê derxistin. Ji bo me ne girîng e dê çend caran bê derxistin. Em dixwazin êdî kes neyê kuştin. Divê bi tu awayî peşk li vê pêvajoyê neyê xistin, yanî rê li ber provakasyonan bê girtin. Birêz Kurtulmuş dibêje, ‘Yên hatin dê werin, yên nehatin jî ew dizanin û derî ji wan re girtî ye’. Divê ji bo pêvajoyê zimanekî erênî bê bikaranîn. Ev ziman ne rast e. Divê zimanekî ku bêje derî heta dawî dê vekirî be bê bikaranîn. Bendewariya me ji birêz Numan Kurtulmuş ew bû. Lê mixabin zimanekî fikaran çêdike bikar tîne.”

Ayşegul Dogan derbarê rewşa Rêber Apo de jî ev nirxandin kir: “Birêz Bahçelî bang li birêz Ocalan kir. Birêz Ocalan jî bang li rêxistina xwe kir û li gor wê gav hatin avêtin. Niha em gihîştin salvegera şewitandina çekan. Birêz Ocalan dixwast bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike. Me jî gelek caran got divê şert û mercên birêz Ocalan werin guhertin. Lê tevî muzakerevanê sereke ye jî şert û mercên birêz Ocalan nehatine guhertin. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan bi hemû kesan re hevdîtinê bike. Tevî ku birêz Ocalan pêvajoyê aniye vê merhaleyê jî şert û mercên birêz Ocalan nayên başkirin. Tecrîd hem didome û hem jî hevdîtin tên astengkirin. Çima deriyên Îmraliyê nayên vekirin? Çima Heyeta DEM Partiyê 40 roj in nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike? Pêşnûme ji me re nehatiye. Dibêjin pêşnûme ji birêz Ocalan re çûye û erê kiriye. Lê em ê vê çawa piştrast bikin? Heyeta me nikare hevdîtinê bike. Parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Em ê çawa bizanibin ku birêz Ocalan ew peşnûme qebûl kiriye. Tenê em dizanin ku di 25’ê Gulanê de hevdîtinek hatiye kirin. Em di aştiyê de israr dikin û em ê israr bikin jî. Em ê vê biryardariya xwe bidomînin. Heke hûn hevdîtinê bi birêz Ocalan re bi rêk û pêk nekin dê rê li ber nîqaşên xitimandina pêvajoyê vebike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Bendêmayîn ji bo pêvajoyê rîskan derdixe’.”

Ayşegul Dogan anî ziman ku amadekariyên ji bo kongreya partiya wan jî berdewam dikin û wiha axivî: “Dirûşmeya kongreya me diyar bû. Em ê bi dirûşmeya, ‘Ji bo Komara Demokratîk Civaka Azad û Rêxistinkirî’ konferansên xwe li dar bixin û xwe bigihînin hemû beşên civakê. Em jî di pêvajoyeke guherîn û veguherînê de derbas dibin û nîqaşên vê yekê dikin. Bernameya partiya me jî tê amadekirin. Bernameya partiya me dê hemû beşên civakî bigire nava xwe û li ser esasê îradeya herêmî dê bibe. Em ê piştî konferansên li bajaran, konferansên herêmî li dar bixin û piştre konferansa jinan di 20-21’ê Tebaxê de û konferansa mezin jî di 22-23’yê Tebaxê de li dar bixin. Piştî van konferansan jî em ê kongreya xwe ya mezin pêk bînin.”

Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran a derbarê daxuyaniya KCK’ê de jî bi lêv kir ku ew lihevkirina-mutabakata ji bo qanûna çarçoveyê pir girîng dibînin û wiha got: “Di meha Tîrmehê de qanûna çarçoveyê dê were rojeva Meclîsê. Lê dîrok ne zelal e. Hê jî em bi naveroka qanûna çarçoveyê nizanin. Em nizanin çi hatiye amadekirin. Gelek agahî tên belavkirin lê rast in an ne rast in em nizanin. Heyeta me gelek hevdîtin kirin. Bi AKP’ê re hevdîtin pêk anî. Li ser qanûna çarçoveyê dan û standin hatin kirin. Lê heta niha pêşnûmeqanûn bi me re nehatiye parvekirin. Divê ev pêşnûme bi me re û bi partiyên siyasî re bê parvekirin û piştî mutabakatê bê rojeva Meclîsê.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa derbarê qeyiman de jî diyar kir ku dema qeyiman tê dirêjkirin û ji bo rakirina qeyiman geşedaneke nû tune ye û got: “Divê ev polîtîka û sepana qeyiman bi temamî ji holê bê rakirin.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa guhertina navê DEM Partiyê jî diyar kir ku dê di konferansan de guhertina nav bê nirxandin û piştre jî dê hem guhertina nav û gelek xalên biryarê û bernameyê bên diyarkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Zîlan li Saratovê hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Daxuyaniya piştgiriyê ji bo Denîz Goktaş
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em aştiyeke bi rûmet dixwazin’

Afîfe Kartal ku keçeke wê şehîd bû, kurekî wê jî girtî ye, anî ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdullah El Ehmed hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Ebdullah El Ehmed ê di 11’ê Tîrmehê de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Abdullah Altûntaş piştî 32 salan hate berdan

Abdullah Altûntaş ê ji Girtîgeha Kocaeliyê hate berdan ji aliyê malbat û xizmên xwe ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KOMAW: Kurd dê tu carî Alî Haydar Kaytan ji bîr nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komedyen Denîz Goktaş hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayindir: Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye û rola wî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Daxuyaniya piştgiriyê ji bo Denîz Goktaş

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?