Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Rihayê di çarçoveya bernameya “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” de bi rojnamegeran re di civînek taştê de civiya. Civîn li Karakopruyê pêk hat. Li gel Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û rêveberên DBP’ê di civînê de amade bûn.
Keskîn Bayindir piştî taştêyê der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de agahî dan û piştre bersiva pirsên rojnamegeran da. Keskîn Bayindir li ser pirsa rojnamegeran a “Di vê pêvajoyê de bendewariya we ji çapemeniyê çi ye?” axivî û wiha got: “Em dibêjin Çapemeniya Azad. Kevneşopiyeke wê ya ku agahiyên rast û heqîqî digihîne civakê heye. Di pêvajoyên wiha de zimanê ku çapemenî bi kar tîne û peyama ku dixwaze bide, ji siyasetê pir bi bandortir e. Di vê çarçoveyê de ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Bêguman hinek kêmasî hene. Ji çapemeniya neteweyî heta ya herêmî, kêmasiyeke wiha heye ku vê pêvajoyê hîn jî bi zimanê kevn digirin dest. Em dibînin ku hin şêwazên axaftinê hene ku vê pêvajoyê weke qezenckirina hinekan û windakirina hinekan dibînin. Em vê yekê jî rast nabînin. Gelê me jî di vê pêvajoyê de ziman û nêzîkatiyeke pozîtîf dixwaze. Bendewariyeke wiha heye ku her kesê li ser ekranan nûçeyan pêşkêş dike û bernameyan çêdike, vê pêvajoyê bi awayekî heqîqî bigire dest. Civak li benda vê yekê ye û banga me jî ev e. Divê nêzîkatiya her kesî li ser vê bingehê be ku ka dê çawa tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.”
Keskîn Bayindir li ser pirsa rojnamegeran a muxatabiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da û wiha axivî: “Rola birêz Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de dîrokî ye û sermuzakerevan e. Em di meseleya Kurd de weke mifteyê îfade dikin. Ev heqîqeteke wiha ye ku di aliyê dîrokî de derketiye holê. Ev nayê wateya nedîtina dînamîkên ku di civaka Kurd de derketine holê. Ji ber vê yekê hemû dînamîkên Kurd aktorên girîng ên vê pêvajoyê ne. Di vî alî de hevdîtin û xebatên me yên ligel hemû aktoran hene. Bêguman bi dîtina min ne dema nîqaşa aktorê sereke ye. Niha Kurd çi dixwazin? Daxwazên wan çi ne? Daxwazên wan ên qanûnî û makeqanûnî çi ne? Civak çi difikire? Li qadan çi tîne ziman? Divê guh bidin bersivên van pirsan. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de dixwaze statuya wî ya hiqûqî û siyasî zelal bibe û çareseriya qanûnî û destûrek demokratîk di meseleya Kurd de dixwaze.”

