Yekşem, 5 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê operasyonên NATO’yê: Di serdegirtina komeleyê de 7 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Turk: Gelê me wê bi siyaseta demokratîk re hemû pirsgirêkan derbas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava 6 mehan de 894 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomarê Iraqê: Hemû çek wê di bin kontrola dewletê de bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyên nexweş Ozbek û Kara hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Aştî û Diyalogê: Em ê aştiyê ji xwecihî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayşe Gokkan: Piştevanî hêza me ya herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji 1975’an heta bi Civîna bilind a NATO’yê: Jinûve pênasekirina jeostratejîk a meseleya Kurd
Rojane

Ji 1975’an heta bi Civîna bilind a NATO’yê: Jinûve pênasekirina jeostratejîk a meseleya Kurd

Dema dawî, bûyerên li dora ewlekariyê û dîplomatîk ên ji Iraqê heta bi Sûriyeyê, ji NATO'yê heta bi Yekîtiya Ewropayê, nîşan dide ku hewl tê dayin meseleya Kurd di nava mîmariya ewlekariya herêmî ya nû de jinûve bê pênasekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Meseleya Kurd di nava dîroka ji sed salî de ne tenê weke pirsgirêke herêmî yan jî neteweyî ma. Di her şikestineke mezin a herêmî de jinûve hate pênasekirin. Carna weke gefa ewlekariyê, carna weke hêmana hin tifaqan, carna hin mijara hin bazaran carna jî weke navenda nedîtî ya pergala herêmî hate destnîşankirin.

Peymana Cezayîrê ya 1975’an yek ji mînakên herî balkêş ên vê herikînê ye. Di bingeha vê peymana navbera Îran û Iraq3e de Kurd tine bû. Li dora maseyê Şah hebû, Saddam hebû, li piştperdeyê jî Washington û aqlê reel polîtîk ê Henry Kissinger hebû. Lê belê encama herî giran a peymanê li Başûrê Kurdistanê derket holê. Hikumên ku destnîşan dikirin ku aliyên peymanê wê dest li karên navxweyî wernedin, kir ku Îran piştgiriyê nede tevgera bi pêşengiya Melle Mistefa Barzanî. Di metnê de qala Kurdan nedihat kirin, lê belê Kurdan berdêla herî giran a peymanê dan.

Ji ber vê yekê têrê nake ku peymana 1975’an tenê bi gotina ‘Kurd hate firotin’ bê vegotin. Xiyanet aliyê wê yê exlaqî vedibêje, lê belê aliyê xwe yê dîrokî kûrtir e. Ya ku di sala 1975’an de ket îradeya têkoşînê ya Kurdan nebû. Ya ku têkçûneke mezin bi serî ve hat, tevgera bi pêşengiya Melle Mistefa Barzanî bû. Lewma sînorên dîrokî yên têkoşîna bi piştgiriya hêzên herêmî jî raxist pêş çavan.

Rapora Komîsyona Pike jî piştperdeya vê rastiyê nîşan dida ku ev komîsyon di sala 1976’an de di bin sîwana Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ji bo lêkolînkirina operasyonên veşartî yên CIA yên li derveyî welat hate avakirin. Belgeyên ku komîsyonê bi dest xist, nîşan dida ku Kurd ji aliyê DYE’yê ve ne weke gelekî divê azad bibe, lê belê weke amûreke jeopolîtîk a ji bo zexta li ser Iraqê bê bikaranîn dihate dîtin. Li gel ku ji aliyê Washingtonê ve dihate zanîn ku dema Îranê piştgiriya xwe vekişand wê tevgera Kurd têk biçe, ev guherîna polîtîkayê berê ji lîderiya Kurd re ranegihandibû. Gotina “Covert action should not be confused with missionary work” (“Operasyonên veşartî bi karên mîsyoneriyê re neyê tevlîhevkirin”) ku piştre ji aliyê Kissinger ve hatibû gotin, weke vegotina herî eşkere ya vê nêzîkatiyê li hişê mirovan bi cih bû. Ji xwe di heman demê de di navedan stratejiya Kissinger a Rojhilata Navîn de ewlekariya Îsraîlê, bisînorkirina bandora Sowyetê û xuurtkirina rola herêmî ya Îranê hebû. Tevgera Kurd jî di nava vê hevsengiya jeostratejîk a mezin de ne weke hêzeke serbixwe, lê weke yek ji hêmanên vê hevsengiyê dihate nirxandin.

Lê belê dîrok li vê derê neqediya.

Dibe ku taybetmendiya herî balkêş a dîroka Kurd jî ev e. Ti ji têkçûna mezin nekarî Kurdan bi temamî ji têkoşînê dûr bixîne. Sala 1975’an ne tenê şikekstineke mezin bû, her wiha destpêkek ji bo lêgerînên siyasî yên nû bû. Piştî vê têkçûnê Celal Talabanî YNK ava kir; piştî sê rojan jî PKK’ê kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî û derî li serdemeke nû vekir. Xwedî xetên cuda yên siyasî jî bin her du tevger jî weke encamên lêgerînên nû û lêpirsînên dîrokî yên 1975’an destpê kir. Yek ji metaforên ku bi xurtî qala dîroka Kurdan dike Teyrê Sîmir e. Ji ber ku ev dîrok ew dîrok e ku piştî her hilweşîna mezin jinûve avabûna ji nava xweliyên xwe ye. Lewma 1975’an divê ne tenê weke dawiyekê her wiha weke destpêka serdemeke nû bê xwendin.

Em îro ji momenteke dîrokî derbas dibin. Lê belê hin pirs careke din derdikevin pêşiya me.

Dema ku pêngavên Tirkiyeyê yên dema dawiyê têkildarî Iraq, Sûriye, Yekîtiya Ewropa û NATO’yê bi baldarî bê nirxandin, tê dîtin ku meseleya Kurd êdî ne tenê di bin sernavê ewlekariya hundirîn de tê dîtin. Bexda, Hewlêr, Silêmaniye û Kerkûk weke parçeyên heman nexşeya stratejîk tê xwendin. Ewlekarî, enerjî, bazirganî, ragihandin, pîşesaziya parastinê, koç û dîplomasî ji hev qut nîne, weke hêmanên mîmariyeke herêmî tê nirxandin.

Ev tablo nîşan dide ku Tirkiye hewl dide li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd mîmariyeke dorpêçkirinê ya stratejîk a pirrengî ya ji mekanîzmayên leşkerî, dîplomatîk, aborî, hiqûqî, îstîbarî û herêmî ava bike. Yek bi yek nebe jî tabloya heyî xwedî hin taybetmendiyan e ku jinûve avabûna jeopolîtîk a herêmî ya piştî 1975’an tîne bîra mirovan.

Civîna bilind a NATO’yê ya di 7-8’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê bê lidarxistin ji vî alî ve girîng e. Tirkiye xwe ne tenê weke hevalbendê li baskê başûr ê NATO’yê dibîne, di heman demê de xwe weke aktorê dest jê nayê berdan ê mîmariya ewlekariyê ya Ewropa-Atlantîkê ya li ser pîşesaziya parastin, ewlekariya enerjiyê, koç û xeta Iraq-Sûriyeyê, Rojhialta Navîn û Derya Reş ava dibe. Di têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re heman zimanê neçariya jeopolîtîk derdikeve pêş.

Di vê hevsengiya nû de ya balkêş ev e: Meseleya Kurd gelek caran yekser nayê binavkirin, lê belê di hemû sernavên stratejîk de li cihekî navendî ye ku nayê dîtin.

Di 1975’an de meseleya Kurd encama nedîtî ya lihevkirina Îran-Iraqê bû. Îro meseleya Kurd yek ji navendên nayê dîtin ê mîmariya jeopolîtîk a nû ye ku hewl tê dayin ku Tirkiye hewl dide li ser xeta Iraq-Sûriye-Yekîtiya Ewropa-NATO’yê ava bike.
Bêguman herdu serdem yek bi yek weke hev nîne. Dîrok xwe dubare nake. Lê belê serdemên jinûve avabûnê yên jeopolîtîk ên nû dikare bi heman mantiqên stratejîk tevbigerin. Aliyên ku dişibin hev di encamê de nîne, lê belê di hewldana jinûve pênasekirina meseleya Kurd a ji aliyê hinekan de ye.

Dibe ku şaşitiya herî mezin a niha ew e ku bûyerên siyasî tenê li ser beyanên aktoran bê xwendin. Dewlet gelek caran nêta xwe bi eşkere ranagihînin; gavên biçûk ên ku diavêjin, têkiliyên nû yên ku datînin, danûstandinên dîplomatîk ên ku didin pêş, belgeyên ewlekariyê û zemînên saziyî rastiya wan radixe pêş çavan. Ji ber vê jî analîzeke siyasî ya rast ne bi xwendina nêtê ye, lê belê bi xwendina sinyalên stratejîk ên di nava demê de ye.

Bûyerên ku dema dawî ji Iraqê heta bi Sûriyeyê, ji NATO’yê heta bi Yekîtiya Ewropayê li gel trafîka ewlekarî û dîplomatîk bê nirxandin, her bûyerek dibe ku bi tena serê xwe işaretê bi encamekê neke. Lê belê dema ku ev sinyalên biçûk li gel hev tê nirxandin, tê dîtin ku hewl tê dayin meseleya Kurd di nava mîmariya ewlekariya herêmî ya nû de jinûve bê pênasekirin. Ji ber vê yekê ya ku divê îro bê kirin ew e; li şûna ku hikumên teqez bêne dayin an jî li gorî beyanên aktoran encamek bê destnîşankirin, girîng e işaretên stratejîk bi baldarî bêne şopandin, ew di hişê dîrokî re bê derbaskirin û meylên gengaz bi xwînxwarî bê nirxandin. Ji ber ku dîrok vê yekê nîşanî me dide: Şikestinên mezin gelek caran ne bi bûyereke mezin, lê belê bi daneheviya sinyalên stratejîk ên biçûk dibe ku di dema xwe de bi têrkerî li ber çavan nayên girtin.

Ji ber vê jî pirsa esasî ev e:

Gelo Kurd wê vê carê jî di nava mîmariya ewlekariya hinekan de weke ‘hevkarê kêrhatî’, ‘hêmana aramiyê’ yan jî ‘aktorê divê bê kontrolkirin’ bi cih bibin? Yan jî wê paşeroja xwe ya siyasî li gorî tecrûbeya xwe ya dîrokî ava bikin?

Piştî vê têkoşîna sed salî divê Kurd xwe ji nava rewşa ispatkirina ji dewlet, tifaq û hêzên navneteweyî derkevin. Ji ber ku têkoşîna sed salî hebûna Kurdan bi rengekî ku cih ji nîqaşê re nehêle veguherand rastiyeke dîrokî. Ji niha û pê ve meseleya esasî ew e ku bi îradeya xwe ya dîrokî, bi hêza xwe ya civakî rêya xwe bi xwe diyar bikin, ne ku di nava hesabên jeopolîtîk ên hinekan de ji xwe re li cihekî bigerin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPS: Me pêşî li konvoya dijmin girt, polîsek birîndar bû

Milîsên Mehmet Yildirim ên YPS’ê diyar kir ku wan li Êlih Serêgirê bi bombeyan wesayîtên…

Ji aliyê Stêrk TV

Spanyayê ketina du wezîrên Îsraîlî a ji bo Spanyayê qedexe kir

Ji ber şerê ku li Xezayê didome, Wezîrên Ewlehiya Neteweyî û Darayî yên Îsraîlê dê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên girtiyan daxwaza berdana Erturk û Kavak kirin

Di çalakiya ku bi armanca bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş hate lidar xistin de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Enqereyê operasyonên NATO’yê: Di serdegirtina komeleyê de 7 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?