Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum anî ziman ku têkildarî koçberên Meksîkayî yên ji ber operasyonên Daîreya Parastina Gumrukê û Koçberiyê ya DYE’yê (ICE) û di binê çavan de jiyana xwe ji dest dan, wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) gilî bikin.
Sheinbaum diyar kir ku ji Çileya 2025’an dema jinûve vegera Donald Trump a li Qesra Spî û vir ve 17 welatiyên Meksîkayê li navendên binçavkirinê yên ICE û di operasyonan de jiyana xwe ji dest dan. Sheinbaum ragihand ku wê têkildarî berpirsyaran li dozgeriyên eyaletê û dozgeriya federal dozê vekin. Lîdera Meksîkî bûyer weke “cînayet” û “binpêkirina mafên mirovan” pênase kir.

