Ji bo bidawîkirina şerê ku nêzî 50 sal in di navbera Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk de, berî salekê gaveke pir xurt hat avêtin. Ev gav, li Şikefta Casenê ya nêzî navçeya Dukanê ya bajarê Silêmaniyê hat avêtin.
Di merasîma 11’ê Tîrmeha 2025’an de, bi pêşengiya Besê Hozat 30 kesan ku navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” li xwe kiribûn, li ber çavê gel û raya giştî çekên xwe şewitandin. Vê komê, li gorî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an a ji bo aştiyê tevgeriya û nîşan da ku êdî dixwazin di qada siyaseta demokratîk de bixebitin.
Çekên ku li Casenê hatin şewitandin, ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd wekî destpêka serdemeke nû di bîra dîrokê de ma.
Rojnamevan Tugçe Tatarî ji destpêkê ve vê pêvajo şopand û par li Casenê bixwe bûbû şahidê merasîmê. Piştî salekê, me bi wê re li ser dîtinên wê yên wê rojê, rewşa îro û gavên ku divê ji niha û pê ve werin avêtin, axivîn.
Tugçe Tatarî, da zanîn ku piştî banga Rêber Apo û biryara fesixkirina PKK’ê qonaxeke nû dest pê kiriye û got ku merasîma şewitandina çekan a di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Silêmaniyê hat lidarxistin, pir bi bandor bû. Tugçe Tatarî, diyar kir ku atmosfera li qada merasîmê nayê jibîrkirin û got, “Her tiştî deynin aliyekî, tenê temaşekirina daketina komeke gerîla bi dîsîplîna wan a ji serê çiyê, bes bû. Pir bi bandor bû.”
Tugçe Tatarî, got ku bi taybet Dayikên Aştiyê û siyasetmedarên ku bi salan berdêlên giran dane, dema ew ciwan dîtine gelek bandor bûne û wiha got, “Ew tiştekî wiha bû ku rojnamevanek di jiyana xwe de belkî tenê carakê dikare bibe şahidê wê. Hejmareke kêm rojnamevan ji Tirkiyeyê beşdarî merasîmê bûn. Her kesî kelecaneke cuda jiya.”
Tugçe Tatarî, diyar kir ku piştî merasîmê derfeta wan çênebû ku bi muxatabên bingehîn ên pêvajoyê re biaxivin û wiha domand, “Divê rojnamevan bikaribin rasterast bi muxatebên pêvajoyê re têkiliyê deynin. Ev ê gava herî mezin be da ku pêvajo belavî nav gel bibe” û destnîşan kir ku divê rêya çûyîna Qandîl û Îmraliyê were vekirin.
Tugçe Tatarî, got ku hikûmet, MHP û DEM Partî dikarin nêrînên xwe bînin ziman, lê dengê muxatabên bingehîn ên pêvajoyê nagihîje raya giştî û wiha axivî, “Em nikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em nikarin hîn bibin ka ew li ser pêvajoyê çi difikire û çi rîskan dibîne.
Wekî ku min di nivîsên xwe de jî gelek caran aniye ziman, wek rojnamevanekî daxwaza xwe ya ji bo çûyîna Qandîl û Îmraliyê, axaftina bi muxatabên bingehîn re û agahdarkirina civakê, bi rêya ajansa we jî dubare dikim.”
Tugçe Tatarî, da xuyakirin ku divê pêvajo bi rêziknameyên qanûnî were destekirin û got ku windakirina demê dikare rîska provokasyonan zêde bike. Tugçe Tatarî, destnîşan kir ku divê tecrubeyên neyênî yên pêvajoyên çareseriyê yên borî dîsa neyên dubarekirin û got ku nezelaliya ka dewlet wê kîjan gavê di çi demê de bavêje, berdewam dike.
Tugçe Tatarî, da zanîn ku pêşketina herî girîng a sala borî nehatina cenazeyan û windahiyên canî bû û got, “Ku tu kes nemiriye û cenaze nehatine, ev nîşaneya herî girîng e ku çima divê ev pêvajo were parastin.”
Tugçe Tatarî, diyar kir ku PKK’ê ji bo danîna çekan û fesixkirina xwe tiştê dikeve ser milê xwe kiriye, lê li hemberî vê yekê sozên dewletê tenê di asteke bi gotinan de mane. Tugçe Tatarî, destnîşan kir ku qanûnên dihatin hêvîkirin neketine meriyetê û ev nirxandin kir, “Tu gaveke nivîskî û şênber ya ku pêvajoyê bixe bin ewlehiyê û rê li ber pirsgirêkên ku mirov dikarin sibê bijîn bigire, nehatiye avêtin. Ev rewş bi demê re fikarê çêdike û dibe sedema tirsê ku dibe pêvajo nîvco bimîne.”
Tugçe Tatarî, got ku ew hêviya xwe diparêze û wiha domand, “Dema ku mijar aştî be, ez difikirim ku divê mirov li aliyê hêviyê bibe. Ez wê rojê di merasîmê de çendî bi hêvî bûm, îro jî ewqas bi hêvî me. Heta ku aştî were axaftin, hêvî jî zindî dimîne. Ez li bendê me ku deriyên axaftinê werin vekirin û her kes bikaribe çîroka xwe bîne ziman.”

