Taziyeya li Salona Mardam a li navçeya Artemêt a Wanê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê yên şehîd bûne, di roja 2’yan de didome. Li qada taziyeyê pankartên “Em şehîden azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin”, “Şehîd roniya me ne” hatin daliqandin. Wêneyên şehîdan li qada taziyeyê hate danîn.
Serdana gel a ji bo bîranîna bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) hatî lidarxistin, dewam dike.
Di saetên zû yên siharê de jin û ciwan hatin taziyeyê û sersaxî dan malbatên şehîdan.

