Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî, wekî yek ji rûpelên herî reş û bi êş ên sedsala 21’mîn di dîrokê de cih girt. Di vê jenosîdê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li ser axa Şengalê bi dehan gorên bi kom çêbûn. Ji bo belgekirin û ronîkirina van tewanan, di sala 2017’an de bi biryara Neteweyên Yekbûyî Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Teşwîqkirina Hesabpirsînê ji Tewanên DAIŞ’ê (UNITAD) hate damezirandin. Vê saziyê di sala 2018’an de dest bi vekirina gorên bi kom kir, cenaze derxistin û bi rêya testên DNA’yê nasnameya gelek qurbaniyan tespît kir. Lê belê, pêvajoya dadwerî û lêgerîna heqîqetê her tim di bin siya polîtîkayên herêmî û navdewletî de ma.
Her ku lêkolîn kûr dibûn, berpirsiyariya siyasî û leşkerî ya jenosîdê bêtir derdiket holê. Di serî de Hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber ku Şengal bêparastin hiştin û erkên xwe yên parastina welatiyan bi cih neanîn, di bîra giştî û di raporên destpêkê de weke berpirsiyarên sereke hatin destnîşankirin. Tevî vî barê giran ê dîrokî, di sala 2024’an de bi daxwaz û biryara Hikûmeta Iraqê, mîsyona UNITAD’ê bi fermî hate qedandin û ev sazî ji Iraqê vekişiya. Ev biryar di civaka Êzidî de bû sedema fikar û birînên kûr, mîna ku li ser axa Şengalê tu gora bi kom û şopa tawanê nemabe, ev dosya hate girtin.
Lê belê rastî pir cûda ye. Îro hîn jî li Şengalê zêdeyî 10 gorên bi kom hatine tespîtkirin ku qet nehatine vekirin û tê texmînkirin ku gelek gorên din ên veşartî hene ku hîn nehatine dîtin. Ji bilî vê, zêdetirî 500 cenazeyên ku ji gorên fermanê hatine derxistin, hîn jî li Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê tên rawestandin û malbat hîn jî li benda nasname û radestkirina hestiyên azîzên xwe ne.
Aliyê herî krîtîk û metirsîdar ê vekişîna UNITAD’ê çarenûsa arşîv û belgeyên tewanê ye. Ev saziya navdewletî, dema ku vekişiya, beşek girîng ji belge, şahidî û daxuyaniyên ku li ser hovîtiya DAIŞ’ê û bêdengî yan jî vekişîna hêzên herêmî kom kiribûn, radestî rêveberiya PDK’ê kir ku sûcdarên sereke yên fermanê bûn. Ev pêngav weke radestkirina belgeyên tewanê ji bo destê tewanbar an jî berpirsiyarên fermanê tê nirxandin. Ew belgeyên ku tê de hatibû selmandin ka çawa pêşmergeyan Şengalê di nava şevekê de hişt û civaka Êzidî rû bi rûyê jenosîdê hişt, niha di bin kontrola saziyên PDK’ê de ne. Pirs û fikarên mezin hene ku gelo ev hêz wê destkarî li van belgeyan bike, rastiyan berevajî bike an jî şopên berpirsiyariya xwe ya dîrokî û qanûnî jê bibe. Ev rewş ne tenê edaletê asteng dike, di heman demê de xetereyeke mezin li ser parastina heqîqeta dîrokî ya jenosîda Şengalê ava dike.

