Bi dehan xelkê bajarê Dêrikê bi çalakiyekê li pêş têketina bajêr guhertina navên gund û bajarokên Rojava red kir. Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn ji hêla mamoste Rende Hacî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê Kurd, tevî axaftina entegrasyonê û naskirina mafên wî hîna jî rûbirûyl binpêkinên li dijî nasnameyê ye, weke hewldanên guhertina navên bajar û gundên Kurdan li Rojava.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew biryarên guhertina navên bajar û gundên Rojava red dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo serxistina proseya entegrasyonê ji hikumeta demkî ya Sûriyeyê tê xwestin ku bi awayekî pratîkî mafên gelê Kurd nas bike, rêzê li nasname û çanda wî bigire, navên gund û bajaran werin parastin ji ber ku beşek ji mîrasa wî ya dîrokî û çandî ye.

