În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Berwarî: Divê Kurd stratejî û yekîtiya neteweyî ava bikin
Kurdistan

Berwarî: Divê Kurd stratejî û yekîtiya neteweyî ava bikin

Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Alîkarê Serokê Akademiya Siyaset û Demokratîkê ya Herêma Kurdistana Federe Dr. Kamûran Berwarî jinûve avabûna hevsengiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, bandora vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re nirxand.

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku li herêmê statukoya sed salî derizî ye û destnîşan kir ku gelê Kurd di vê pêvajoya dîrokî de bêyî ku bibin amûrek ji projeyên hêzên hegemonîk re divê xwe bispêrin hêza xwe û yekîtiya xwe ya neteweyî bi lez ava bikin.

‘SED SALÊ CAREKÊ NÎZAMEKE NÛ TÊ AVAKIRIN’

Berwarî diyar kir ku krîzên siyasî û leşkerî yên kûr ên li herêmê nearamiyeke demkî nîne, berevajî vê yekê tê wateya tasfiyekirina bingehîn a pergala bi sînorên Peymana Lozanê ya beriya sed salî hate çêkirin û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn li ber şikestineke mezin a dîrokî ye.

Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku hêzên global sed salê carekê nîzameke nû ava dikin û bi bîr xist ku avaniya herêmê ya heyî ku di pêvajoyên giran û bi xwîn ên salên 1880 û 1920’î de hîmên wê hate danîn, îro di pratîkê de hilweşiya ye.

Berwarî destnîşan kir ku ev guherîna mezin ne tenê guherîna fîzîkî ya sînorên li ser nexşeyê ye, di heman demê de şêweyên serweriyê yên netewe dewletan, modelên wê yên rêveberiyê û ya herî girîng jî formulên jiyana bi hev re ya gelan a li paşerojê xistiye rojevê û kiriye mijara muzakereyê.

‘PARÇEKIRINA AVANIYA SIYASÎ Û COGRAFÎ YA ROJHILATA NAVÎN ESAS TÊ GIRTIN’

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku guherîna li Rojhilata Navîn nabe ku tenê bi hevrikiya navbera dewletên herêmê bê vegotin û anî ziman ku hêzên global li ser paşeroja herêmê li ser du stratejiyên bingehîn disekinin. Berwarî ragihand ku herdu nêzîkatî jî guherîna pergala heyî ya li Rojhilata Navîn ji xwe re dike armanc û got, stratejiya destpêkê bi parastina sînorên heyî yên netewe dewletan guhertina avaniya desthilatdariyê ji xwe re dike armanc.

Li gorî Berwarî, ev nêzîkatî li şûna rêveberiyên heyî yên li herêmê modelên siyasî yên nû yên bi sîstema global re di nava ahengiyê de ye tê xwestin û Îslam a siyasî jî di nava vê guherînê de weke amûrekê tê bikaranîn.

Akademîsyen Berwarî destnîşan kir ku stratejiya global a duyemîn jî parçekirina yekser a avaniya siyasî û cografî ya heyî ya Rojhilata Navîn ji xwe re dike esas. Berwarî got, nayê xwestin ku welatên weke Îran, Iraq, Sûriye, Erebistana Siûdî xwedî avaniyên dewleta navendî û cografyayeke berfireh bin û diyar kir ku demeke dirêj e ew senaryo têne nîqaşkirin ku ev dewlet xwedî avaniyên îdarî û siyasî yên biçûktir bin.

Di vê çarçoveyê de jî ragihand ku tê xwestin li Rojhilata Navîn nexşeyeke siyasî ya nû bê avakirin ku bi gelek parçeyên biçûk hatiye parçekirin û got rûbirûhiştina van avaniyan bi pirsgirêkên etnîkî, mezhebî û siyasî re wê destwerdan û kontrola derve hêsantir bike.

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku ev herdu stratejî ji aliyê rêbazê ve ji hev cuda xuya bikin jî di heman armanca bingehîn de digihêjin hev û got, di yekê de bi parastina sînorên dewletên heyî modelên rêveberî û desthilatdariyê tê guhertin, di ya din de jî parçebûna cografî û siyasî yekser esas tê girtin.

Li gorî Berwarî, di herdu nêzîkatiyan de armanc ne ew e ku gelên herêmê bi îradeya xwe paşerojeke demokratîk ava bikin, armanc jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn li gorî hevsengiyên hêzê yên global e.

Berwarî diyar kir ku Kurdistan di navenda herdu stratejiyên navborî de ye û destnîşan kir ku lêgerîna pergala nû ya li Rojhilata Navîn bêyî statuya Kurdan û diyarkirina paşeroja Kurdistanê nikare bi encam bibe.

Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku aktorên global global têkiliya bi Kurdan re bi giranî li gorî pêwîstiyên demkî û berjrewendiyên taktîkî datînin û diyar kir ku Kurdan di dema şer de weke hêzeke leşkerî didin pêş, di pêvajoyên aştî û dîplomasiyê de jî daxwaza statuyê ya Kurdan ji nedîtî ve tên. Berwarî got, “Kurd dema şer dikin dipirsin bê çima şer dikin, dema ku aştiyê dikin jî vê yekê dikin mijara nîqaşê” û anî ziman ku ev nêzîkatî ji ber lêgerîna wê yekê ye ku Kurdan dixwazin li gorî armancên xwe yên stratejîk bi rengekî demkî bi kar bînin.

Di vê çarçoveyê de Berwarî destnîşan kir ku nabe Kurd bi projeyên hegemonîk ên dewletên herêmî û hesabên demkî yên hêzên global ve bi temamî bêne girêdan û got, mecbûriyeteke dîrokî ye ku Kurd stratejiya xwe ya neteweyî û demokratîk ava bikin.

‘YEKANE MIFTEYA ÇARESERIYÊ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK Û RÊYA SÊYEMÎN E’

Berwarî bi bîr xist ku cografya Kurdistanê di navenda projeyên van hêzên hegemonîk de ye û ev tespît kir, “Pratîkên dîrokî nîşanî me dan ku lêgerîneke çareseriyê ya ku xwe dispêre nêta baş a refleksên dewletên yekî têra çareseriya meseleya Kurd nake. Berevajî vê yekê demê bi dewletên serwer re dide qezençkirin. Di vir re paradîgmaya ‘Civaka Demokratîk’, ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û ‘Neteweya Demokratîk’ a ku xwe dispêre jiyana bi hev re, azad û wekhev a gelan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xeta PKK’ê danî holê, weke rêyeke sêyemîn a dîrokî derdikeve pêş.

Pratîka herî şênber û zindî ya vê modelê îro li Rojava ye ku xwe naspêre şîdeta sînoran û dewletê û civak xwe bi hêza xwe bi rêxistin dike. Rojava li gel hemû êrişên hegemonîk li ser piyan ma û ispat kir ku ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan reçeteya rizgariyê ye.”

TRAFÎKA DÎPLOMASIYÊ YA MÎT’Ê

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a li Bakurê Kurdistanê dimeşe û nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê ne tenê Kurdên li nava sînorê Tirkiyeyê eleqedar dike û diyar kir ku bûyerên civakî û siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê nabe ku ji hev cuda bêne nirxandin.

Berwarî diyar kir ku hikumet, parlament, saziyên siyasî û avaniya civakî ya Başûrê Kurdistanê bandoreke yekser li bûyerên li Bakur, Rojava û Rojhilat dike û got, “Bûyer û pêşketinek li parçeyekî Kurdistanê bandorê li parçeyên din jî dike. Lawazbûna parçeyekî nayê wateya xurtbûna parçeyên din.”

Bi vî rengî Berwarî işaret bi serdanên Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a li Başûrê Kurdistanê û trafîka dîplomatîk a li xeta Hewlêr-Silêmaniyeyê kir û anî ziman ku ev hevdîtin nabe ku tenê di çarçoveya dîplomasiya ewlekariyê de bê nirxandin. Berwarî anî ziman ku bi taybetî cihêrengiya navbera hêzên siyasî yên Kurd ji aliyê dewletên herêmî ve salên dûr û dirêj weke qadeke destwerdanê hatiye bikaranîn û got, Tirkiye û dewletên din ên li herêmê hewl didin ku aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li dijî destketiyên Kurdan ên li Bakur, Rojava û Rojhilat birêxistin bikin.

Berwarî ragihand ku tasfiyekirina avaniyên di bin sîwana PKK, KCK û Tevgera Azadiyê ya Kurd de wê ji bo Başûrê Kurdistanê nebe destketiyek û got, rewşeke bi vî rengî wê hêza stratejîk û siyasî ya Kurdan a di asta herêmî de lawaz bike. Berwarî bang li aktorên siyasî yên Kurd kir ku “Nebin parçeyek ji hesabên herêmî yên dewletên cuda.”

Kamûran Berwarî got, Kurd divê pirsgirêkên xwe ne li gorî polîtîkayên Enqere, Tehran, Bexda yan jî navendên cuda yên navneteweyî, lê li gorî îradeya xwe ya siyasî ya hevpar çareser bikin.

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku wezîfeya bingehîn a li pêşiya Kurdan ne ew e ku destketiyên li çar parçeyan li dijî hev bi kar bînin, wezîfeya bingehîn ew e ku ev destketî di çarçoveya stratejiyeke Kurdistanê ya hevpar de bêne parastin.

‘DIVÊ KURD VÊ DEMA DÎROKÎ RAST BINIRXÎNE Û FÊHM BIKE’

Dr. Kamûran Berwarî di vê dema dîrokî de ev bang li siyaset û gelê Kurd kir:

“Rojhilata Navîn di nava guherîneke mezin de ye û yekane rêya derketina bi serbilindî ya ji vê pêvajoyê yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Pêşketinên li çar parçeyan damarê jiyanî yê hev e. Destketiya li parçeyekî ya din xwedî dike, têkçûna li parçeyekî wê tevahiya Kurdistanê bixe nava tarîtiyê. Divê Kurd êdî nehêlin ku Tirk, Ereb Fars û hêzên derve yên berjewendîparêz têkildarî wan biryarê bidin. Çareserî di destûra demkî ya hêzên derve de nîne, çareserî di  hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd, di kongreya demokratîk a neteweyî û yekîtiya siyaseta demokratîk de ye.

Îro ji her demê bêhtir mecbûriyeteke dîrokî ye ku divê nakokiyên navxweyî, berjewendiyên partiyê li aliyekî bê anîn û bi aqlekî neteweyî yê hevpar nêzîkatî bê nîşandan. Divê Kurd vê dema dîrokî rast bixwînin û paşeroja xwe ya demokratîk û azad bi destê xwe ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eren Keskîn: Ji bo aştiya mayinde divê alî di mercên wekhev de bin
Nûçeya Pişt re Îskenderoglû: Betalkirina piştgiriya enerjiyê karê çandiniyê xitimand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kesên ku êrîşî rojnamevan Hêmîn Mamed kirin hatin girtin

Dezgeha Asayîşa Silêmaniyê kesên ku êrîşî rojnamevan Hêmin Mamed kirin, girt. Dezgehê diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Qubat Talabanî li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya

Cigirê Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî, li Enqerê bi Wezîrê Karê Derve…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Kirbayir hatin ba hev

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1016’emîn de ji bo Cemîl Kirbayir hatin ba hev…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Li DYE’yê êrişa li ser dibistanê: 5 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?