Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), çalakiya nobetê ya ji bo endamên xwe yên ku bi KHK’yan ji kar hatibûn dûrxistin vegerin ser karê xwe li ber navenda xwe ya li Enqereyê didomîne. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek kesan piştgiriya nobetê kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Em ê vegerin ser karê xwe”, “Kedkar wê hesap ji AKP’ê bipirsin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana kedkaran” çalakiya xwe domand.
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak derbarê nobetê de daxuyanî da û diyar kir ku ew ê heta seat 15.30’an nobeta xwe bidomînin û nobeta wan veguheriye berxwedanê.
Hevseroka DEM Partî ya Rêxistina Enqereyê Gulbahar Gunduz jî anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê ji hev qut nîne û ew ê her tim piştgiriyê bidin kedkaran.
Piştî axaftinan nobet bi çalakiya rûniştinê berdewam dike.

