În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!
Jin

KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

KJK'ê têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û berxwedana li Îranê daxuyanî da û ji bo gelê Rojava yê 15 sal in li ber xwe dide û gelên Îranê yê li dijî rejîma dîktator li ber xwe dide, banga piştevaniyê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser Helebê û Rojava û bexwedana li Îranê û komkujiyên ku hêzên dewletê dike, daxuıyaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Em êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî şermezar dikin ku di encamê de 7 mirovên me şehîd bûn û zêdeyî 50 mirovên me birîndar bûn. Ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û berxwedana xelkê Şêxmeqsûdê silav dikin.

Taxa Şêxmeqsûdê ku zêdeyî 220 hezar Kurd lê ne, ji êrişên ku sala 2011’an destpê kir û vir ve bi xweparastina xwe qada xwe ya jiyanê parast, di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe da û bi îradeya xwe jiyana xwe meşand. Zêdeyî deh sal in li hemberî komên çete yên radîkal ên çekdar li gel gelê Helebê tevlî parastina Helebê bû, bi ti awayî li dijî hikumeta Sûriyeyê çalakî nekir. Lê belê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi ambargoyê, bi birçîbûn û rûbirûhiştina di nava sermayê de, bi bombekirina nexweşxane û qadên bingehîn ên jiyanê bersivê dide daxwaza jiyana bi hev re ya gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê.

Li gel hewldanên jiyana bi hev re yên gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê, êrişên HTŞ’ê yên ku dema dawî zêde bûne bi êrişên li ser Elewî û Durziyan re tê heman wateyê. Ev êriş di serî de li dijî gelê Kurd û jinan, li hemberî hemû bawerî û gelên Sûriyeyê ye.

Di demekê de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser çareseriya demokratîk tê axaftin, ev êrişên çeteyên HTŞ’ê ku li ber bayê dewleta Tirk ketiye, bi qasî gelên Sûriyeyê zerarê dide gelên Tirkiyeyê. Ev polîtîkaya şer ku Tirkiyeyê ji êrişên çeteyên DAÎŞ’ê re vekirî dike wê bi rengekî mezin bi Tirkiyeyê bide windakirin.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku jiyaneke koledarî û bêrûmet li ser gelê me ferz dike, divê zanibe ku bi van komkujiyên ku weke sedema têkçûna rejîma Baasê ji bîr kiriye, dawiya xwe amade dike. Ji bo Sûriyeyê rêya yekane Sûriyeyeke demokratîk e ku Rêber Apo timî destnîşan dike. Kincê netewe dewletê ku li Sûriyeyê nayê, ku Sûriye warê gelek bawerî, çand û olên cuda ye, wê bibe dawiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê.

Gel û jinên Kurd 15 sal in di nava şer de bi têkoşîna xwe ji bo Sûriyeyeke demokratîk kedê didin. Xwedîderketina li vê berxwedanê wê bibe derba herî mezin ku li xeyalên paşverû yên çeteyan bê xistin.

Li aliyê din, serhildana gel a li Rojhilat û Îranê di 28’ê Kanûnê de destpê kir û kete hefteya duyemîn, di serî de Îlam, Loristan û Kirmaşan li 27 bajar û 88 navçeyan belav bûye. Em vê serhildana gel silav dikin û ji malbatên kesên ku di oxira jiyaneke bi rûmet de şehîd bûn sersaxiyê dixwazin. Berxwedana ku bi greva sendîkayan destpê kir, bi dirûşmên edalet, hiqûq û azadiyê xurt dibe. Em careke din radigihînin ku bi têkoşîna mafdar a gelên Kurd, Fars, Belûc û Azerî re ne. Îro careke din eşkere bû ku berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku rejîma Îranê îdîa kiribû ku tepisandiye neqediya ye, berevajî mezin bûye û bûye rêya berxwedanê nû. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye dirûşma felsefe û jiyana gelan û jinan.

Di serî de jin, gelên Îranê hemû ji bo Îraneke demokratîk û azad li ser piyan e, ji bo jiyaneke bi rûmet li ser piyan e. Rejîma Îranê ku guh nade daxwazên mafdar ên jinan û gelan, polîtîkaya îdam, zextê û zilmê dewam dike, her roj hîn lawaz dibe û weke li Sûriyeyê dawiya xwe amade dike. Di berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de eger rejîma Îranê guh bida daxwazên jinan û gelan, veguherîneke demokratîk pêk bianiya îro li heman serhildanê rast nedihat û wê hîn bi xurtî li herêmê bi rola xwe rabûya. Lê belê di serî de jin ji daxwazên gelên Îranê re bi zêdekrina polîtîkaya zextê, darvekirin û girtinê bersiv da, lewma Îran hem di nava xwe de hem jî li derve lawaz bûye. Îran ji êrişên derve re vekirî bûye. Îdîaya ku dibêje ev serhildan bi destwerdana hêzên derve destpê kiriye, tê wateya nedîtina heqîqetê û jinedîtî hatina daxwazên mafdar ên gelên Îranê. Ev yek tê wateya nedîtina zilma rejîma Îranê ya li ser gelan û jinan. Jin dibêjin ew rêveberî û Îraneke li dijî azadî, demokrasiyê û paşverû naxwazin. Jinên Îranî êdî naxwazin bi rejîmên dîktator bijîn. Li hemberî van êrişan 6 rêxistinên jinan ên Rojhilat û 7 partiyên siyasî yên Kurd daxuyaniyeke hevpar dan. Ev yek ji bo Îraneke demokratîk gelekî bi wate û gaveke girîng e.

Bûyerên li herêmê û cîhanê rû didin, nîşan didin ku hewlên nû yên dagirkeriyê dest pê kirine û tê xwestin ku nexşe û sînorên netewdewletan dubare li dijî gelan werin guhertin. Hêzên dagirker ji xwe re qadên nû yên dagir bikin, digerin û bêyî ferq û cudahiya jin, zarok, temenmezin û ciwanan, însanan qetil dikin û li gorî tu prensîbên exlaqî û wijdanî tev nagerin. Di serî de rêveberiyên Îran û Sûriyeyê hemû netewdewletên ku dixwazin ji vê atmosfera rageşiyê bi hêz derkevin, divê bibînin ku ji bilî berçavgirtina daxwazên gelan û demokratîkbûyînê tu rêyên wan nînin.

Di serî de gelê Kurd em bang li hemû gelan, jinan ciwanan dikin ku li hemberî van êrîşan piştgiriyê bidin gelên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Îran û Rojhilatê Kurdistanê û li dijî rejîmên faşîst ên van êrîşan pêk tîn dakevin qadan. Em dizanin ku ne destkeftiyên li Rojava bes destkeftiyên Rojava ne û ne jî destkeftiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bes destkeftiyên Îran û Rojhilat Kurdistanê ne. Ev destkeftî wê bibin yên kesên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin, hemû jinên cîhanê û gelan.

Di serî de jin em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku di asta seferberiyê de li hemberî van êrîşên komkujiyê li hemû cihên ku lê dimînin dakevin qadan û piştevaniyê bidin gelên Rojava ên ku ev 15 sal in li ber xwe didin û gelên Îranê yên li hemberî rejîma dîktator li ber xwe didin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê FEDA û DAKB’ê ji bo meşa ‘heqîqet û edaletê’ ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir
Nûçeya Pişt re Li Helebê sekvanan sivîlek qetil kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li edliyeya Îranê êrîş: 6 kes jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa li ser edliyeya li bajarê Zahîdan ê Îranê de, 6 kes jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Arjantînê mutefîkê Trump Milei di hilbijartinê de bi ser ket

Partiya La Liberted Avanza (Azadî Bilind Dibe) a Serokê Dewleta Arjantînê Javier Milei, di hilbijartinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Erdîşê bi deh hezaran kesî Newroz pîroz kir

Li navçeya Erdîş a Wanê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê Newrozê bûn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?