Di salvegera 12’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê de qenaleke medyayî ya li parêzgeha Enbarê raporek weşand ku tê de qala doza jineke Êzidî dike, ku tê gotin ji qurbaniyên revandinê yên di destê DAÎŞ’ê de ye.
Tora Ragihandinê ya Şengalê têkildarî mijarê daxuyaniyek hişyariyê weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weşandina materyalên bi vî rengî yên medyayî eger agahiyên nepejirandî yan çîrokên xapînok tê de hebin, bandora wê tenê bi tehrîfkirina rastiya jenosîdê bi sînor namîne. Dikare bibe sedema geşkirina fitneyê di navbera pêkhateyên civakê de û zirarê bide tevnê civakî û dubare çêkirina wan gotarên ku DAIŞê ji bo rewakirina tawanên xwe yên li dijî kêmneteweyan, bi taybetî pêkhateya Êzidî, bikar anîne.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Belavkirina îdiayên ku dibêjin civaka Êzidî qebûlkirina keç û jinên rizgarbûyî red dike, li dijî rastiyên belgekirî ye. Ev yek helwesta civaka Êzidî ya ku jinên rizgarbûyî hembêz kirine reş dike. Helwesteke ku dispêre fetwaya dîrokî ya ku ji aliyê meqamê dînî yê derbasbûyî Baba Şêx ve piştî jenosîdê hatibû derxistin, ku tê de teqezî li ser pêwîstiya pêşwazîkirin û hembêzkirina rizgarbûyiyan weke qurbaniyên tawana terorîstî hatibû kirin.”
Li ser vê bingehê, Tora Ragihandinê ya Şengalê daxwaza van xalan dike ji Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê û aliyên pêwendîdar kir:
“1- Vekirina lêkolîneke dadwerî ya lezgîn ji bo eşkerekirina hemû hûrgiliyên amadekirin û weşandina raporê û piştrastkirina asta pabendbûna wê bi yasa û pîvanên pîşeyî yên berkar. Her wiha lêkolînkirina li ser çawa çêkirin û derxistina belgeyên fermî ji bo wê jinê û kî berpirsê vê yekê ye.
2- Tevgerîna bilez a Komîteya Bilind a Lêgerîna Revandiyên Êzidî û Pêkhateyên Din a ser bi Nivîsgeha Serokwezîr ve ji bo piştrastkirina rewşa wê jinê û girtina pêngavên qanûnî û mirovî yên pêwîst, eger were îspatkirin ku ew ji qurbaniyên rêxistina terorîst a DAIŞê ye.
3- Daxwazkirin ji Desteya Ragihandin û Geyandinê û Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê ku lêkolîneke pîşeyî û îdarî vekin û rênmayiyên qanûnî û rêxistinî li dijî wê kanala medyayî û rojnamevana ku rapor amade kiriye pêk bînin, heke were îspatkirin ku agahiyên nepejirandî an xapînok weşandine, an rastiya qurbaniyên jenosîdê tehrîf kirine, an jî naverokeke wisa weşandine ku fitne, kîn û zirarê bigihîne aştiya civakî, ku ev yek li dijî peymana şerefa rojnamevaniyê û rênmayiyên medyayî yên berkar e.
4- Bangkirina li hemû saziyên medyayî ku pabendî pîvanên pîşeyî bin dema ku behsa dozên jenosîdê, rizgarbûyî û revandiyan dikin û xwe ji weşandina her naverokeke nepejirandî biparêzin ku bibe sedema xapandina raya giştî, nefreta li dijî qurbaniyan an jî zerarê bide hevgirtina civakî.
5- Sazkirina lêpirsînê û cezakirina her kesê ku were îspatkirin ku destê wî di veşartina rastiya jinên Êzidî yên revandî de heye, an rastiyên revandina wan sexte kiriye, an jî rê li ber hewlên vegerandina wan ji bo nav malbatên wan girtiye, li gorî qanûnê.”
Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû:
“Doza jinên Êzidî yên revandî ne tenê mijareke medyayî ya derbasbûyî ye, belku dozeke mirovî, neteweyî û qanûnî ye ku girêdayî tawana jenosîdê ye ya ku ji aliyê civaka navdewletî ve hatiye naskirin. Berpirsiyariya medyayê daxwaz dike ku rastî bi rengekî pîşeyî û bi rêzgirtina li rûmeta qurbaniyan werin veguhastin, dûr ji her çîrokên nepejirandî ku bibin sedema xapandina raya giştî, geşkirina fitneyê an tehrîfkirina rastiya dîrokî.”

