Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji bo serdaneke fermî çû paytexta Tirkiye Enqereyê.
Ofîsa Serokwezaretiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Elî Zeydî gihîştiye Enqereyê û di çarçoveya serdanê de wê bi rayedarên Tirk re mijarên ewlekarî, av û razemeniyê binirxîne.
Hate ragihandin ku herikîna petrol û enerjiyê, bazirganiya navbera herdu welatan û rewşa herêmî û navneteweyî mijarên di rojevê de ne.

