Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrînê dagir kir, Şêniyê bi navê Adil Ebdulhenan Nesan ji gundê Şîtka yê navçeya Mabata ya Efrînê ye, piştî vegeriya gundê xwe bi awayekî qetilkirî hat dîtin.
Çavkaniyan dane zanîn ku cenazeyê Adil Nesan ku şopên guleyan li ser hebûn li nêzê xaçerêya gundê Feqîran ê navçeya Cindirêsê di nava baxçeyekî zeytûnan de hate dîtin.
Adil Ebdulhenan Nesan (67) ji gundê Şîtka yê navçeya Mabata ya Efrînê ye, di dema dawîn de ji koçberiyê vegeriyabû gundê xwe.
Piştî êrîşên sala 2018’an a dewleta dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê, hejmareke mezin ji şêniyên herêmê neçar man ku ji Efrîn derkevin. Tevî veger çêdibe jî hîn jî ewlehî yek ji pirsgirêkên herî girîng e.

