Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) têkildarî êrişek nû ya Îranê li ser baregehên wan, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de HDK-Î’yê diyar kir ku danê nîvro carek din Îranê bi droneyan êrişî ser baregeha hêzên wan ên li Dola Balîsan ya li sînorê navçeya Şeqlawa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kir.
Her wiha destnîşan kir ku heta niha bi 143 drone û moşekan êrişî ser baregeh û navendên hêzên wan ên li Herêma Kurdistanê kirine.

