24’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê di roja xwe ya duyemîn de li Kolana Hunerê bi panela bi sernavê “Zimanê xwe, baweriya xwe û rêya xwe ji bîr neke” dest pê kir.
Moderatariya panelê ji aliyê Nivîskar Selman Yeşîlgoz ê ji Navenda Lêkolînan a Dersimê ve hate kirin. Di panelê de Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşiyan (ABF) Mustafa Aslan, Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli û Lêekolîner-Nivîskar Turabî Saltik wek axavtvan cih girtin.
Lêkolîner-Nivîskar Turabî Saltik ê ku di serî de axivî, diyar kir ku ji dema Osmaniyan ve Elewî hatine înkarkirin û rastî zextan hatine. Saltik, anî ziman ku sîstema ocaxan bi derbasbûna demê re belav bûye û ev yek di cemxaneyan de jî bûye sedema guherînan.
Cemîle Turhalli, jî destnîşan kir ku ziman, bawerî û xweza yek parçe ne. Cemîle Turhalli, da zanîn ku bi polîtîkayên dema Komarê re hewldana asîmîlekirina ziman hat kirin û got ku biqasî parastina xwezayê divê ziman jî bê parastin.
Piştre Mustafa Aslan axivî û diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Elewiyan ji dema borî heta îro berdewam dikin. Aslan, destnîşan kir ku dewlet hewl dide Elewîtiyê biguherîne û li dijî vê yekê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.
Zeynel Kete, jî da zanîn ku erdnîgarî, ziman, çand û baweriya Dersimê tê hedefgirtin û diyar kir ku di baweriya Rêya Heq de xweza cihekî pir girîng digire. Kete, destnîşan kir ku ziman, çand û bawerî ji hev nayên veqetandin û kiryarên li dijî Dersimê rexne kirin.

