Roja 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişek berfireh li ser Şengal û gundên wê da despêkirin. Di encamê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, revandin û windakirin.
Bi boneya 12’emîn salvegera fermanê, koçberên Êzidî yên li Kampa Çemişko ya li Zaxoyê kombûn, fermanê bibîr anîn û dan diyarkirin ku heta niha hikûmeta Iraqê bersiva daxwazên koçberan yên ji bo avakirina deverên wan û şertên guncaw ên ji bo vegerê nedane.
Koçberan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku hewldanên ji bo lêgerîna Êzidiyên ji dema fermanê ve winda ne, berdewam bike.
Her wiha koçberan daxwaza vegera ser cih û warên xwe û dayîna tazmînatê ji hikûmetê kirin.

