Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Rêya ber bi aştiyê qonax bi qonax e
Rojane

Ayşegul Dogan: Rêya ber bi aştiyê qonax bi qonax e

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku piştî şerê bi dehan salan rêya ku ber bi aştiyê ve diçe qonax bi qonax e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist û li ser pêşnûme qanûna çarçoveyê axivî ku pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatiye kirin.

Ayşegul Dogan anî zima ku DEM Partî cara yekê ye ku mohra xwe datîne binê pêşnûme qanûnekê û got, “Ji bo paşeroja me ya hevpar, ji bo jiyaneke demokratîk a li Tirkiyeyê îmzeyên destpêkê hatin avêtin. Xwedî girîngî û qîmeteke bi vî rengî ye.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku pêşnûme qanûn weke gava destpêkê bû ku ji zemîna şer derbasî ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê dibe û got, “Deriyê destpêkê yê pêvajoyeke hiqûqî û siyasî hate vekirin ku bi rojekê yan jî demekê sînorkirî nîne. Piştî şerê bi dehan salan rêya ber bi aştiyê ve bivê nevê wê qonax bi qonax be. Di demên bi vî rengî de gavên bêne avêtin divê ne gelekî bêne nepixandin ne jî bêne pûçkirin, ne jinedîtî ve bên ne jî ji ber kêmasiyên xwe bêqîmet bê kirin. Bêguman em ê kêmasiyên wê bibêjin û rexne bikin. Em ê bi rêya pêşniyarên xwe hewl bidin pêvajoyê xurt bikin. Partiya me têkoşîna aştî û demokrasiyê bênavber bi berdêlên giran bi salan e dewam dike. Lewma em ê bi biryardariyeke siyasî ya damezrîner ku derfetên heyî dibîne, bi berpirsyariyê radibe û her gavê dike gava destpêkê ya piştî wê, em ê vê têkoşînê bi dewamî bimeşînin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku qanûna çarçoveyê destpêkeke girîng e û wiha got: “Ew qanûn ji bo 86 milyonan pir girîng bû. Ew îmza ji bo pêşeroja me xwedî wate bû. Em jî dibêjin ji bo kesên ji bo jiyaneke hevpar têdikoşin, bi xêr be. Em hemû kesên berdelên mezin danê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dest bi serdemeke dîrokî dikin. Di sedsala 2’yemîn a komarê de em di pêvajoyeke ku bi hev re avakirinê de ne. Divê em têkoşîna hevpar mezintir bikin. Bi vê qanûnê deriyê aştî û demokrasiyê û avakirinê hat vekirin. Helbet kemasiyên wê hene. Lê ji bo derfetên erênî destpêkek e. Ew qanûn helbet pirsgirêka Kurd çareser nake, ew giredayî têkoşîna me ye, lê deriyekî vedike.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bê mezinkirin û wiha pê de çû: “Ew qanûn di encama muzakere û hevdîtinên demdirêj de pêkhat. Em hemû kesên piştgiriya vê qanûnê dikin re spas dikin. Ew qanûn ji bo vegera welat jî deriyekî vedike. Cara yekem pirsgirêk bi qanûnan tê destgirtin. Me jî pêşniyar kiribû ku ji bo şopandinê deste werin avakirin. Di qanûnê de pêşbîniya desteyan jî girîng bû. Avakirina desteyek li meclise pir girîng e. Ew berpirsyariya hemû partiyên siyasî ye. Bi dawîbûna serdema çekan, demokratîkbûyinê hewce dike. Derfeta ji bo mafê zimanê dayikê, mafê xweîfadekirinê zemîneke demokratîk vedike.”

Di dewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan peyama Rêber APo a ‘Dikare bibe mifteyek’ bi bîr xist û wiha axivî: “Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire û şert û mercên wî jî li gor vê bên sererastkirin. ji bo pêşvêçûna pêvajoyê û ji holê rabûna xetereyan ew yek pir girîng e. Divê em hemû bi hev re şert û mercên aştiyê ava bikin. Em qala pêşerojeke hevpar dikin. Divê em vê derfetê baş bikarbînin. Em bi vê cidiyetê nêz dibin û divê hemû kes jî li gor vê cidiyete nêz bibin. Deriyek nû vedibe, divê em bi hev re di vî derî de derbas bibin. Divê em dev jî zimanê dijber û dijmantiyê berdin û zimanekî aştiyanê bi kar bînin. Di serî de desthilat û hemû partî jî zimanekî aştiyanê bi kar bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zelenskiy: Me li navendên petrolê yên Rûsyayê xist
Nûçeya Pişt re Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi civaka rêxistinkirî re şaredariya rast pêkan e

Cîgira Berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer, diyar kir ku ji bilî xizmetên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin

Şervanê QSD'ê Rojbîn Hesekê û ji fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad Şêro Elî li Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

Wezareta Parastinê ya Tirk ragihand ku fuzeyeke balîstîk a ji Îranê hate avêtin û berê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?