Çavkaniyekî leşkerî yê Yemenî ji AFP’ê re axivî û ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê di êrişa li Maribê de dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêde bibe.
Hate ragihandin ku Hûsiyan her wiha êriş birin ser depoyeke çekan a li wîlayetê.
Êrişên dawî nîşan didin ku piştî xerabûna agirbesta navbera Hûsiyan û hikumeta Yemenê şerê li vî welatî jinûve mezin bûye.
Bûyerên li herêmê diqewimin weke parçeyek ji şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê tê dîtin.
Roja Pêncşemê li wîlayetên Marib û Hadramutê di encama êrişên Hûsiyan ên bi fuze û droneyan de herî kêm 58 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

