Rayedarên fîrmayê di çarçoveya projeya ku ji aliyê şîrketa bi navê IGNIS H2 ve ku navenda wê li DYE’yê ye tê plankirin bixin meriyetê, xwestin li gel gelek cendirmeyan werin gundê Licik ê girêdayî navçeya Kanîreşê û li wir xebatên qadî bikin. Lê belê gundî li pêşiya makîneyên kar sekinin û rê nedan wan ku bixebitin.
Gundiyên ku nerazîbûn nîşanî projeyê dan, diyar kirin ku wê JES zirarê bide çavkaniyên avê yên binerd, bandoreke xirab li çêregehan bike, zirarê bide sewalkariyê û hevsengiya ekolojîk a herêmê xirab bike.
Niştecihên gundê Licikê ên debara xwe bi rêya çandinî û sewalkariyê dikin, daxwaz kirin ku xebatên bêyî erêkirina wan li qadên wan ên hevpar tên birêvebirin, werin sekinandin.
Jendermeyan li herêmê tedbîr standin û sekinîna gundiyan a bi armanca astengkirina derbasbûna makîneyên kar dane destpêkirin, berdewam dike. Her wiha hate diyarkirin ku hin rêxistinên civakî û rêxistinên ekolojiyê ji bo piştevaniyê bidin gundiyan xwe amade dikin ku derbasî herêma berbehs bibin.

