Li gor rêxistinên mafên mirovan, zextên rejîma Îranê yên li ser jinên girtî zêde bûye.
Li gor rapora malpera Dengê Girtiyên Îranê, rewşa li girtîgehên Tehranê giran bûye. Gardiyan êrişî ser girtiyan dikin û tûndiyê li girtiyan dikin. Hat gotin ku piştî êrişa li ser girtîgehê agahî ji hin girtiyên jin û mêr nayên girtin. Ji wana jî girtiyên bi navên Hesen Emîdî û Mucteba agahî nayên girtin.
Li aliyê din li gor rapora ajansa HRANA’yê, Şaxa 29’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi şêweyê xiyabî cezayê 15 salan yê girtîgehê li wênekêşa nûçe û belgefîlman Yelda Muîrî biriye.
Wênekêşa nûçe û belgefîlman Yelda Muîrî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku mehkûmê 15 sal cezayê girtîgehê hatiye kirin.
Yelda Muîrî, diyar kir ku biryar ji aliyê 29’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi awayekî paşpenî hatiye dayîn. Yelda Muîrî, da zanîn rojên borî bi tesadufî serî li dadgehê daye û agahî girtiye ku biryarek bi awayekî paşpenî li dijî wê hatiye dayîn. Yelda Muîrî, diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de tu agahdariya fermî negirtiye.
Her wiha li Girtîgeha Navendî ya Yezd jî li dijî girtiya siyasî û xwendekara zanîngehê Persya Kemalî dosyayek nû hatiye vekirin.
Li gor agahiyên malpera dengê girtiyan belavkirine, Persya Kemalî berê di Nîsana 2024’an de bi tometa peywendiya li gel dijberên desthilata Îranê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Hatiye gotin ku dosyaya nû li dijî Kemalî hatî vekirin jî, ji ber peyama wê ya bi deng a li ser zêdebûna darvekirinên li girtîgehan bûye. Hatiye diyarkirin ku Persya Kemalî nexweşiya penceşêra guatrayê pêre heye û ji mafên xwe yên dermankirinê jî hatiye bêparhiştin.

