Pêşnûme qanûna “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin, kete rojeva Civata Giştî ya TBMM’ê.
Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsê Celal Adan ê MHP’yî serokatiyê ji civîna Civata Giştî re dike.
Piştî ku pêşnûme kete rojeva civînê, wê serokên giştî yên partiyên siyasî yan jî nûnerên wan li ser biaxivin. Destpêkê wê axaftinên ji bo pêşnûmeyê, piştre jî yên li dijî pêşnûmeyê bêne kirin.
Piştî ku axaftin qediyan wê li Civata Giştî destpêkê li ser temamiya pêşnûmeyê nirxandin bê kirin. Piştre jî xalên pêşnûme qanûnê yek bi yek bêne nirxandin.

