Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî der barê êrîşa li ser malbatên Serêkaniyê yên vedigeriyan warê xwe daxuyaniyek li ser X‘ê weşand. Mazlûm Ebdî êrîşên li dijî malbatên Kurd ên vedigeriyan Serêkaniyê şermezar kirin û diyar kir ku vegera wan bi hemahengiya dewleta Sûriyeyê re pêk hat.
Mazlûm Ebdî bi domdarî got: “Em hêrsa kolana Kurdî ya li hemberî van êrişan fêm dikin. Di heman demê de em bang li şêniyên xwe dikin ku xwe ragirin, nekevin nava kiryarên bêberpirsiyarî, saziyên sivîl û ewlekariyê biparêzin.”
Em teqez dikin ku em ji bo parastina koçberên sivîl ên vedigerin, hesabpirsîna ji kesên destên wan di vî kiryarê de hene, her wiha ji bo mîsogerkirina mafên hemûyan û parastina istiqrarê, bi aliyên têkildar re dixebitin.”
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29‘ê Çileyê de, îro koma yekemîn a koçberên Serêkaniyê ku ji 410 malbatan pêk dihat, vegeriyan warê xwe. Dema derbasî bajar bûn, kesên hawirde êrişî wan kirin û erebeyên wan şikandin.
Li hemberî êrişan, xelkên Hesekê, Qamişlo û Til Temirê daketin qadan û nerazîbûn nîşan da.

