În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Milazgirê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo çawişê pispor ê ku milê zarokekî şikandibû daxwaza cezayê ‘tehrîka neheq’ hat kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye
Rojane

KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

KNK'ê ragihand ku êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê bi zanebûn û plankirî ye û bang li hikumeta demkî ya Şamê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û êrişan rawestîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tebax 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa komeke çekdar a li Serêkaniyê ya li dijî malbatên Serêkaniyê yên li warê xwe vegeriyan daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku vegera koçberan a li cih û warê xwe di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Şamê de pêk tê û hate gotin, “Li gorî şertên peymana ku bi Şamê re hatibû kirin, 410 malbatên Kurd ên ku berê xwe dabûn bajarên xwe, dema gihîştin Serêkaniyê, ji aliyê hinek hêzên çekdar ên aligerên HTŞ’ê ve rastî êrîşên bi kevir, dar û çekan hatin. Di vê êrişê de gelek kes birîndar bûn û gelek zererên madî jî pêk hatin. Ev êriş ne êrîşeke tesedûf e, plankirî û bi organîze ye û di bin agahdarî û erêkirina rayedarên Şamê pêk hatiye.

Li gorî peyman û li hevkirina bi hukumeta Şamê re, hatibû pêşbînîkirin ku hikûmeta demkî ya Sûriyê dê gavên pêwîst bavêje, ji bo parastina mal û milkên koçberan, xanî, kelûpel û milkên wan li xwediyên wan vegerîne û kesên ne xelkê wî bajarî ji bajaran dûr bixe. Di hevdîtina xwe ya herî dawî de jî ya bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re, hikûmeta Şamê piştrast kiribû ku ew ê rêzê li mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bigire.”

KNK’ê diyar kir ku cudahiya di navbera gotin û kirinên rejîma Şamê de, di êrişên dawî yên li ser Kurdên ku vedigeriyan malên xwe yên li Serêkaniyê de, careke din eşkere bû.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir: “Divê Neteweyên Yekbûyî, bi lezgînî mudaxeleya vî karî bike, bi hikûmeta Şamê re bikeve nava peywendiyan, hikumeta Şamê hişyar bike û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê destwerdanê bike.

Birêz Barham Salih, berpirsê penaberan yê Neteweyên Yekbûyî duh got ku zêdebûna vegerê û pêdiviyên milyonan kesên ku hîn jî koçber in, piştgiriyeke navneteweyî ya berdewam hewce dike. Ji ber vê yekê divê UNHCR vegereke ewle ji bo xelkê Serêkaniyê û hemî koçberan misoger bike.”

Konseya Rêveber a KNK’ê bi vê munasebetê bang li hikûmeta demkî ya Şamê kir ku pabendiyên xwe bi cih bîne û tavilê êrişên hêzên çekdar (ku girêdayî wana ne) yên li ser Kurdan rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “KNK êrişa Serêkaniyê û êrîşkaran bi tundî şermezar dike, bang li hemû rêxistinên Kurdistanî û gelê Kurd dike ku ji bo piştgiriya gelê Serêkaniyê dengê xwe bilind bikin û bi hemî awayî xwedî li koçberan û hemî gelê rojavaya Kurdistanê derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir
Nûçeya Pişt re Kanek terikandî ya li Efrîkaya Başûr hilweşiya: 14 madenkar mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DBP’ê li dijî êrîşan banga parastina Kurdistanê kir

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

YPS JIN agir berda wesayita kesekî MHP’yî

Yekîneya bersivdanê ya Şehîd Destîna Armanc a YPJ JIN ragihand ku li Stenbolê agir berdan…

Ji aliyê Stêrk TV

YRA û YRJ: Dewleta Tirk bi êrîşkirina rojnamevanan nikare rastiyê veşêre

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê daxuyaniyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza 28 kesên ku ji protestoya çekên kîmyewî dihatin darizandin hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?