Qanûna Çarçoveyê li Civata Giştî ya Meclîsê hate erêkirin. Xizmên girtiyan ên li Amedê li ser mijarê axivîn. Malbatan gotin, ji ber ku sererastkirina qanûnî pêvajoyê derbasî ser zemîna hiqûqî dike girîng e û destnîşan kirin ku gavên bêne avêtin û biryarên werin girtin divê berfireh bin.
‘DU KURÊN MIN WÊ DERKEVIN, LÊ BELÊ EZ KÊFXWEŞ NÎNIM’
Tekyeddîn Surme ku du kurên wî girtî ne, anî ziman ku sererastkirin derfeta berdanê dide hin girtiyan, lê belê li gel vê yekê jî dilê wan bi temamî rehet nîne.
Surme got, “Belê, qanûnek derket lê belê nebû qanûnek ku du sal in em li bendê ne. Dewletê li gorî xwe, li gorî berjewendiyên xwe xal amade kiriye. Du kurên min girtî ne û herdu jî dikevin ber vê sererastkirinê. Lê belê ji ber ku girtiyên din wê dernekevin ev rewş me zêde kêfxweş nake. Di serî de Rêbertî em dixwazin girtî hemû bêne berdan.”
‘DIVÊ GIRTÎ HEMÛ BÊNE BERDAN’
Surme ragihand ku yên bêne berdan divê di nava civakê de be, ji bo kesên ji sirgûnê vegerin jî pêwîste heman nêzîkatî were nîşandan.
Surme got, “Hevalên me yên ji sirgûnê bên divê li nava gel, di nava gel de bin. Azadî bi ketina nava gel, bi karkirina bi gel re dikare pêk were. Beriya her tiştî em dixwazin ji bo Rêberê me, hemû hevalên me qanûnek bê derxistin. Qanûnên ji niha û pê ve werin derxistin divê berfireh bin. Dİvê dewama gava hatiye avêtin be û girtîgeh hemû werin valakirin. Daxwaza me ya herî mezin ev e.”
‘ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA SIYASETA DEMOKRATÎK DIVÊ WERIN RAKIRIN’
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Yûsûf Erdogan jî li ser sererastkirinê got, “Ev gav bi taybetî ji bo çareseriya meseleya Kurd ‘qanûna gava destpêkê ye’. Bêguman kêmasiyên xwe hene. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku di karên qanûnê de ku dewam dikin, divê ev kêmasî ji holê bêne rakirin. Li gel her tiştî jî em vê gava hiqûqî hêja dibînin.”
Erdogan ragihand ku sererastkirin ji aliyê çareseriya pirsgirêkan ve divê weke destpêkekê bê nirxandin û diyar kir ku li dijî pîvana wekheviyê ya xala 10’emîn a Destûra Bingehîn e.
Erdogan got, “Mînak di pêşnûme qanûnê de gelek kiryar hene ku li dijî pîvana wekheviyê, li dijî xala 10’emîn a Destûra Bingehîn e. Di mijara mafê siyasetê û tevlîbûna girtiyên ji girtîgehê derketî li nava siyaseta demokratîk divê astengiyên hiqûqî bêne rakirin. Ji bo girtî û milîtanên PKK’yî yên vegeriyan karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin divê astengî hemû bêne rakirin.”
Nûrcan Yalçin jî hem weke rojnamevanekê hem jî weke xizma girtiyan qanûna çarçoveyê nirxand. Nûrcan Yalçin anî ziman ku qanûn xwedî gelek kêmasiyan e lê belê ji ber ku wê gelek girtiyên siyasî bêne berdan girîng e û got, “Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî beriya sala 2005’an li wan hatiye birîn li derveyî qanûnê hatin hiştin, hêviya civakê şikand.”
‘QANÛN DIVÊ WERE BERFIREHKIRIN’
Nûrcan Yalçin ragihand ku li gorî daxuyaniyan qanûn wê di dema pêş de bê berfirehkirin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew qanûnê li gel kêmasiyên wê jî weke gaveke erênî dibînin.
Nûrcan Yalçin got, “Qanûna Çarçoveyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de weke gava destpêkê ya şênber û erênî yıa dewlletê tê dîtin. Lê belê hêviya me ew e ku ev qanûn bê berfirehkirirn û girtî hemû, Rêberê Gelê Kurd Abduullah Ocalan jî di vê çarçoveyê de bibin xwedî statu û azadiyê.”

