Li navçeya Gimgim a Mûşê, çalakiya nobedê ya gundiyan ku li dijî projeya lêgerîna li çavkaniyên jeotermalê hate destpêkirin, sê meh li pey xwe hişt. Di doza li dijî projeyê de biryar hate dayin ku keşf bê kirin û pispor lêkolînê bike.
Gundiyan di daxwaznameya xwe ya ji bo dozê de işaret bi zerarên projeyê yên li ser gund û herêmê kirin. Dadgeha Îdareyê ya Çewlîgê proje nirxand û biryar da ku li qada projeyê keşif bê kirin. Dadgehê diyar kir ku piştî rapora pispor û keşfê li gel îtirazên aliyan hate nirxandin wê biryar li ser daxwaza rawestandina projeyê bê dayin.
Çalakiya nobedê ya li herêmê jî 96 roj in dewam dike.
Ji nobedaran Aslan Tûran destnîşan kir ku divê jiyana xwezayî ya li herêmê û çavkaniyên debarê bêne parastin. Tûran got, “Daxwaza me ya herî mezin xwedîderketina li hewa û ava xwe ye. Li gorî me, bi rêya van projeyan tê xwestin ku herêm jinûve bê valakirin. Em li ber vê radibin û em ê Gimgimê neterikînin.”
‘DIVÊ BIRYAR JI BO GUNDIYAN ERÊNÎ BE’
Tûran ragihand ku debara gelê herêmê bi giranî sewalkarî û xwedîkirina mêşên hingiv e û anî ziman ku projeya jeortermalê wê bandorê li tevahiya herêmê bike ne tenê li çend gundan. Tûran diyar kir ku gel bi birêxistiniya xwe li ber projeyê rabû û got, “Em daxwaza hewa paqij û xwezaya paqij dikin. Bicihanîna vê projeyê tê wateya zerara li xwezayê, av û jiyana zindiyan. Ji ber bendavên ku beriya niha hatin çêkirin gelek gund hatin valakirin lê belê ev yek bi kêrî gel nehat. Em ê xwezayê radestî sermayeyê nekin. Ji bo parastina paşeroja xwe em ê têkoşînê dewam bikin.’
‘EV XWEZA MÎRATEYA JI BO PAŞEROJÊ YE’
Aslan Tûran anî ziman ku divê gel li ber vê projeyê rabe, piştgiriyê bide berxwedanê û ragihand ku ew li benda keşfê ne û dixwazin biryara bê dayin ji bo gundiyan erênî be.
Tûran got, “Ne tenê gelê Gimgimê, divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve. Divê xaka xwe, qadên xwe yên jiyanê biparêzin. Gimgim jî di vê mijarê de divê bibe mînak ji her kesî re. Heta ku em destketiyê bi dest bixin em li vê derê ne. Em dixwazin vê xakê bi rengekî paqij ji zarok û paşeroja xwe re bihêlin.”

