Pir caran di çîrok, bûyer û serpêhatiyan de me hemûyan ev gotin bihîstiye: “Ax birînek e di dil û hişê me de.” Dibe ku bi vê gotinê gelek wateyên cûrbicûr, hestên ku bûn razên jiyanê, jan û xerîbiyên deman hatibin vegotin. Lê belê, ew gotin hîn jî weke sirreke heqîqeta me di nava her kesî de dihewîne. Weke pelên payizê ku her sal diweşin û di biharê de careke din şîn dibin… lê belê ew pelên ku diweşin, têr nakin ku hemû birînên ax û bîra dîroka me bipêçin. Lewma ew lêheng bûn raza têkoşîna me; wan di nava çerxa demê de, bi daxwaza gihiştinê meşa pîroz serxistin.
Dimeşiyan… Meşa wan ne tenê gavên ber bi lûtkeyan an jî yên çeperên şer bû. Meşa wan xwedîderketina li lîstokên zaroktiyê, hevretiya nava kûçe û kolanên gund û xeyalên zaroktiyê bû. Wan lêhengan tu carî xiyanet li xeyal û lîstokên zaroktiya xwe nekirin. Wan her du cangoriyên azadiyê di nîvenga dilên xwe de şopên ax û warên ku bûn birîn hilgirtin û berê xwe dan siberoja ku bû mîrate ji neviyên Staran re.
Belê; em qala wan her du hevrê û şoreşgerên bêwêne, Dersîm (Kerîma Kaya) û Sosin (Rakiya Gozmen) dikin. Ya rast, xala herî bi êş ew bû ku ev her du lêhengên bêwêne di nava raza jiyan û dîrokê de bêdeng neman. Me çîrok û destana wan her du şoreşgeran ji hesirên çavên hevrêtiya ku bi wan re lîstokên zaroktiyê lîstî, ji wê hevretiya ku di gelî û çiyayên Oremarê de rêzanî û rêgezî bû û ji henaseyên şergeha ku qehreman diafirandin, nas kir.
Her çiqas di destpêkê de bi nasîn û dana naskirina wan lêhengan re em dibûn mêvanê ew hevrêyên ku weke dîroka zindî bûn jî, di rastiyê de em bi wan bîranîn û hestan dibûn şahidê serdemekê ku wê her tim şopeke kûr li jiyan û hevretiya me de bihêle. Dema ku me kamerayên xwe hewl dida li gor ronahî, goşe û kûrahiya demê amade jî bikin lê belê, li ezmanên welatê me dojeha neyarê civaka Kurd her digeriya. Lewma sîbera wan daran, cîh bi cîh derketina ewr û tavê, xemla bûka baranê dibû stargeh ji wan kêliyên kişandinê re.
Dema ku me guh dida wan demên dûr, bi nazikiya hestan re dûrbûna salan winda dibû di wan parvekirinan de. Hin kêliyan rûyên hevrêtiyê dest dida wan kenên zaroktiyê, hin parvekirinan de jî xewnên ku ji şevê re bûnê çîrok dihatin bihîstin. Dibe ku wan dem û waran mirov ne zanebûn û kûrbîna gotinan de jî be lê ya rast ew bû ku evîn dibarî ji lêvan. Ew evîna ku ji zayend, kes û laş derbas dikir û di rihê hevrêtiya zarok û çeperan de şîn bûyî û her timî zindî mayî. Ji ber ku deryayek diteyisî ji hestên bêrîkirinan û dil li pey wan çûyinan hesreta zaroktiyê kom dikir…
Du zarokên deşta Mêrdînê, du rêwiyên çiya û du dildarên azadiyê… Bi hevrê diherikîn ji nîvenga dil û bîranînên hevretiyê. Lewma naskirina her şoreşgerekê ji rûpelên dîroka têkoşîna azadiyê bi xwe re hevrêtiyên nû yên têkoşînê diafirand. Lê belê xala herî balkeş û bi wate ew bû ku her du lêhengên têkoşîna azadiyê bi hevrê dihatin gotin. Her du lêheng ji zaroktiya xwe heya kêliyên şahadetê jî bi yek dil û yek rihî parastîbûn. Lewma ew kêliyên ku dîtin, bihîstin û rêkeftina heya kêliya dawî jî ji hemû çîrok û romanan cûdatir bû. Lewra divegotina hevrêya wan ya zaroktî û têkoşînê Medya Mardîn wiha ew guftogoya dinavbera wan de derbasbûyî û bûyê soz û peyman wiha dianî ser ziman. ” Gelek caran ez, heval Sosin û heval Dêrsim em dihatin cem hev, lê me tu carî rê nedida ku hevaltiya me ya berê bandoreke neyînî an erênî li ser hevalên din bike. Me her sêyan jî hewl dida ku hemû hevalan weke hev bibînin û di navbera kesî de cudahiyê nekin. Lê di nav xwe de, carinan me berê dianî bîra xwe û me digot: “Diyar e ev ne tesadûf e; min li gund cara ewil tu nas kirî û piştî van salan em dîsa li heman çeperî ne.” Me li ser vî tiştî dipirsî ka gelo ew taybetmendiyên zaroktiyê bûn ku em ber bi gerîlatiyê ve kişandin? Heval Dêrsim carinan bi fersendê dikeniya û henekên xwe bi me dikir. Heval Sosin jî digot: “PKK’ê di zaroktiyê de hişt ku em nêzî hev bibin.” Rastiyeke jiyanê wisa hebû”.
Rastiya PKK zaroktiya wan de şopên hevrêtiya heta hetayê ava kiribû. Xaçirekên çiyayên Kurdistanê ew zarokên rûgeş û dildar tevî hemû janên deman jî kiribû mêvanên Stargeha dîroka xwe. Niha jî ew stargên ku bûnê Starên Azadiyê dibin beşek ji wê dîroka ku raza jiyanê derketî û bûye pirek ji hemû dem û waran. Wê peyama ku xeyalên zaroktiya me ye careke din bîr bixin û me bikin şahid ji wan lîstokên ku di singa çiyan de banginiya serketinê kirî.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

