Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re li Kulliyeya Serokkomariyê hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku nêzî saetek û 40 deqe dewam kir de, derbarê qanûna “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” nirxandin hatin kirin.
Di hevdîtinê de Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Efkan Ada jî cih girtin.
Tê payîn ku Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê di saetên pêş de, derbarê hevdîtinê de daxuyaniyê bide.

